ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-08-2021
31 tîrmeh, 2021   23:00

-Li Girkê Legê, Tirbesepiyê, Çilaxa, Dêrik û Qamişlo şênî li dijî kiryarên PDK û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê xwepêşandanan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê gundê Cidalê, Hisên Naîf Xidir ji me re behsa serpêhatiya xwe ya dema fermana 3`ê Tebaxa 2014`an kir. Hisên esîr jî ketiye destê çeteyên DAIŞ’ê û filitî ye. Bavê wî û gelek şêniyên gundê wan hatine qetilkirin. Hisên dibêje ku beriya çete bigihêjin wan gerîlayan ew hişyar kiribûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku heger civaka navneteweyî erka xwe ya têkildarî dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên li kamapa Holê û girtîgehên QSD'ê bi cih neyîne dê encamên wê xeter bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Biryara Washingtonê ya birîna cezayan li dijî komên çete, di nav de qatilê siyasetmedar Hevrîn Xelef gelek pirs derxistin holê. Hevseroka MSD’ê Emîne Umer got "Nîqaşên ji bo cezakirina tevahî terorîst û piştgirê wan dewleta Tirk berdewam in." Her wiha analîzavenekî siyasî da zanîn ev pêngav peyameke amerîkî ye ku helwesta rêveberiya Biden ji dosyaya Kurd sabit e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkildarî hedefgirtina balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker şêniyên Kobanê gotin: "Armanca sereke ya ji êrişê ew e ku gel bitirsîne, wan dûrî erda wan bixe û vîna wan bişkîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parêzer Mistefa Şêx Mislim destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de serdestiya Iraqê û tevahiya qanûnên navneteweyî bin pê dike ji ber ku çekên kîmyawî bi kar tîne.  Her wiha diyar kir ku ji ber van sûcan divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi qutkirina ava stasyona Elok û ava çemê Firatê sûcên şer li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tîne. Her wiha got, divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne û zextê li dewleta Tirk bike da ku van sûcan rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî şerê dijwar ê ku du rojên derbasbûyî qewimî, şêniyên Derayê pêşbîn dikin ku diyalog bi ser bikevin û li herêmê aramiyeke ne normal serwer e, lubnanî ji Mîqatî dixwazin ku welêt ji aloziya wê ya siyasî derxe. (BI WÊNE).

JIN

- Jinên ku tev li Duyemîn Kongreya Jinan bûn, diyar kir ku li ku derê be hêzên jinan dikin armanc yek in û rêbazên wan jî yek e û wiha gotin:"Di vê rewşa dijwar de ya ku herêm tê re derbas dibe, lidarxistina kongreyê gaveke girîng e û divê ji bo garantiya mafên jinan ên li Rojhilatê Navîn û Bakurê Afrîkayê nexşeyek were danîn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA