Cîhan Mihemed: Dewleta Tirk sûcên şer li dijî hemû pêkhateyan pêk tîne

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi qutkirina ava stasyona Elok û ava çemê Firatê sûcên şer li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tîne. Her wiha got, divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne û zextê li dewleta Tirk bike da ku van sûcan rawestîne

Cîhan Mihemed: Dewleta Tirk sûcên şer li dijî hemû pêkhateyan pêk tîne
1 tebax, 2021   03:16
HELEB- HENAN MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî gelên herêmê didomîne, ava stasyona Elok û ava çemê Firatê li ser herêmê qut kiriye.

Têkildarî mijarê, endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Cîhan Mihemed ji ajansa me re axivî û got, dewleta Tirk bi hemû rêbazên qirêj hewl dide dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê rewa bike, ger derfet bi destê wê bikeve ew ê hemû herêmên Sûriyê dagir bike."

Cîhan Mihemed wiha dom kir: " Dewleta Tirk dagirkirin bes nedît, lew ra dest bi şerê avê kir ku dikeve xaneya sûcê şer û ji exlaq û peymanên navneteweyî û mirovahî dûr e, her wiha yek ji sûcên herî hovane ye ku li dijî gelê Sûriyê tê kirine."

Cîhan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi qutkirina ava stayona Eokê û ava çemê Firatê bi hemû pêkhateyên Sûriyê re şer dike û got: "Ev yek bû sedema kêmbûna asta avê li Sûriyê û gihaşt 200 mîtrekab di saniyê de ku berê di saniyê de 500 mîtrekab bû. Ev yek li dijî peymana di navbera Sûriye û Tirkiyê de ya 1987'an ye.

Cîhan Mihemed di berdewama axaftina xwe de daxuyand ku terorîst ew kes in avê qut dike û gorên şehîdan dikolin bêyî ku nirxên exlaqê mirovahiyê, rêzdariya ji baweriya îslamê di ber çavan re derbas bikin.

Cîhan der barê bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk pirsî û got: "Civaka navneteweyî li ku ye? Çima ev bêdengî der barê sûcên dewleta Tirk de û çima destûr didin Erdogan ku van sûcan pêk bînin? Gelo ew şirîkê van sûcan e? hikumeta Sûriyê jî li hermber van sûc û dagirkeriyê nesekine."

Endama Nivîsgeha Jinan MSD'ê Cîhan Mihemed di dawiya axaftina xwe de sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û got: " Divê civaka navneteweyî vê bêdeng nemîne û zextê li Erdogan bike ku van sûc û siyasetên bêexlaqî yên dagirkeriya Tirk rawestîne û zextê li wî bike ku destê xwe ji bo aştiyê veke, ji ber ku em ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ji bo aştiyê amade ye. "

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yQmiC7t4H0s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>