​​​​​​​Parêzer Şêx Muslim: Divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin

Parêzer Mistefa Şêx Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk bi bikarîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de binpêkirina serdestiya Iraqê tevahiya qanûnên navneteweyî bin pê dike.  Muslim got, divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

​​​​​​​Parêzer Şêx Muslim: Divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin
1 tebax, 2021   01:49
KOBANÊ-MEYSA AKARÎ

Ji destpêka salê ve dewleta dagirker a Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike û li dijî gerîla hemû cureyên çekên giran û yên kîmyewî bi kar tîne.

Di demên dawî de gerîla bi daxuyaniyan ragihandin ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anîne.

ꞌQANÛN Û PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKEꞌ

Têkildarî mijarê parêzer Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku dewleta Tirk dijminahiya kurdan dike, rêzê ji serdestiya dewletên cîran re çi Sûriyê be yan jî Iraqê be nagire, li her derê êrişî kurdan dike û qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dike.

Muslim bi bîr xist ku dewleta Tirk di şerê xwe ya li dijî kurdan de hemû çekên giran û yên kîmyewî yên ku di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar tîne.

Şêx Muslim îşaret pê kir ku li gorî peymana 1899`an a li Lahy hatiye îmzekirin, bikaranîna çekên kîmyawî qedexe dike.

Lihevkirinên Lahayê ji du peymanên navneteweyî pêk tê; ya yekê di du kongreyên aştiyê de hatin nîqaşkirin; Kongreya Lahayê-1 a sala 1899' û Kongreya Lahay -2 ya sala 1907'an. Li rex vê lihevkirina, lihevkirina Cinevê belgeyên fermî ne ku qanûnên şer û sûcên şer di qanûnên navneteweyî de bi rêxistin dikin.

Parêzer Muslim ev li gotina xwe zêde kir: "Lê em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker van peymanan û qanûnên navneteweyî bin pê dike."

ꞌDIVÊ BI RÊBAZÊN QANÛNÎ HESAB JI TIRKIYÊ WERE XWESTINꞌ

Parêzer Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku divê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan li hemberî sûcên dewleta Tirk xwedî helwest bin û têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî lêpirsînê vekin û hesabê jê bixwazin.

Muslim wiha pê de çû: “Ne dûr e ku dewleta dagirker a Tirk piştî di hemleya li dijî gerîla de bi bin ket, çekên kîmyewî bi kar bîne. Dewleta Tirk ji bo têkbirina hebûna Kurdan a li herêmê wê her tiştî bike.”

Parêzer bang li dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk, helwesteke cidî nîşan bidin û got: "Ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Iraqê ku bi kîjan hincetê dibe bila bibe, divê dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê li gorî qanûnan tevbigerin û giliyê wê li  dadgeha navneteweyî bikin, ji ber ku mafê tu dewletekê tuneye ku serweriya dewleteke din bin pê bike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kQ13xGSOBxA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>