Amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî dibin

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîda Herekol a 5'emîn dê 29'ê Tîrmehê bi beşdarbûna 44 weşanxaneyan were vekirin.

Amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî dibin
28 tîrmeh, 2021   07:03
QAMIŞLO – YARA MIHEMED

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 5`emîn dê 29`ê Tîrmehê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê were vekirin. Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi dirûşmeya " Pirtûk rehjena jiyanê ye" hatiye organîzekirin. Li gorî berpirsên pêşangehê, ji ber girîngiya xwendinê di pêşxistina civakan de ev diruşme hatiye hilbijartin.

Weşanxaneyên ji Başûr, Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê , ji hin dewletên ereban wekî Misir, Iraq, Tûnis, Lubnan û Îmarat beşdarî pêşangehê dibin. Di pêşangehê de dê pirtûkên bi zimanên erebî kurdî, farisî, ingilîzî û tirkî werin pêşandan. Pêşangeh dê 8 rojan dewam bike û deriyê wê ji saet 08:00`an heta 22:00`an vekirî be.

Weşanxane di holên navendê de li gorî sîstemeke nivîsgehî û ji salên berê rêxistinkirîtir belav bûne. Ji her weşaxaneyekê re cihek hatiye diyarkirin da ku derfetê bidin wan ku pirtûkên xwe bi awayekî baştir bidin nasîn. Di pêşangehê de dê semîner û panelên bi mijiarên civakî, dîrokî, çandî û jineolojiyê bi zimanên kurdî û erebî werin dayîn.

Endamê komîteya amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku 44 weşanxane ji dewletên cûda yên ereban û tevahî Kurdistanê dê beşdarî pêşangehê bibin.

Têkildarî nirxê bilind ê pirtûkan û gazincên kesên ku di salên borî de serdana pêşangehê kirin, Xelef diyar kir ku komîteya amadekar ev yek bi hemû weşaxaneyan re nîqaş kiriye da ku nirxê pirtûkan erzan bikin.

Pêşangeha Şehîd Herekol a 5`emîn a pirtûkan ji saetên sibê û heta saetên êvarê deriyê wê vekirî ye. Ev yek derfetê li pêşiya xwendekaran vedike ku bi deh hezaran pirtûkên bi mijarên cûda bibînin. Di pêşangehê de ne tenê berhem têne pêşandan, di heman demê de panel, nîqaş, semîner û îmzekirina pirtûkan jî tê kirin. Di pêşangehê de dê 130 hezar pirtûk bi 13 hezar sernavan bên pêşandan.

39 weşaxane, 120 hezar pirtûk û 11 hezar sernav û mijarên cûda çi yên çandî, dîrokî, civakî, olî, siyasî, felsefî û roman beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 4`emîn bûbûn.

(bx)

ANHA