​​​​​​​'Siyaseta UNICEF`ê dikeve xizmeta ajandeyên Tirk û hikumeta Şamê'

Endamê Rêveber ê Komîteya Avê ya Herêma Efrînê Seydo Seydo diyar kir ku siyaseta UNICEF`ê dide meşandin xizmeta ajandeyên Tirk û çeteyên wê û hikumeta Şamê dike û got, ger rêxistina cîhanê biryarên xwe di ber çavan re derbas neke, planeke demkî ji bo dabînkirina avê heye.

​​​​​​​'Siyaseta UNICEF`ê dikeve xizmeta ajandeyên Tirk û hikumeta Şamê'
28 tîrmeh, 2021   06:58
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Şêniyên herêma Efrînê li kêleka topbarana domdar a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û zehmetiyên ambargoya ku li ser kantonê hatiye ferzkirin û kêmbûna ava vexwarinê dikişînin.

Rêxistina UNICEF a Cîhanê ji 11`ê Tîrmehê ve miqdara ava ku dida kantona Şehbayê kêmî nêvî kir, di encamê de gelek gund û navçeyên ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne  ji ava vexwarinê bê par man. Beriya wê rêxistinê rojane ji 2 hezar û 400 metrekab av heta hezar metrekab dida kantonê.

Endamê Rêveberiya Komîteya Avê ya Herêma Efrînê Seydo Seydo diyar kir ku bîrên li kantonê ku hejmara wan deh bîr in, têra hewcedariyên welatiyan nake.

Seydo ev li gotina xwe zêde kir:" Piştî koçberkirinê, welatiyên Efrînê malên wêrankirî û kamp kirin devera berdewamkirina berxwedana xwe, lê ev berxwedan û hevgirtina welatiyan ne li gorî berjewendiyên dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê bû, ji lew re xwestin bi êriş û topbarana rojane ya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî kantona Şehbayê û navçeya Şêrewayê berxwedanê lawaz bikin û komkujiyan li dijî welatiyan pêk bînin. Hikumeta Şamê jî ambargo li ser welatiyan ferz kir da ku tu made derbasî kantonê nebin."

/ar/uploads/files/2021/07/28/055637_sydw-sydw.webp

Têkildarî kêmkirina miqadara avê ji aliyê UNICEF`ê ve Seydo wiha got: "UNICEF  ku îdiaya parastina mirovahiyê dike, em matmayî kir, 11`ê  Tîrmehê ku pileya germahiyê pir bilind bû miqdara avê kêmî nêvî kir. Hincetên wê jî bê bingeh in ew e ku êdî nema dikare lêçûna gihandina avê bide û peymana ku li gorî wê avê dide herêmê bi dawî bûye. Li ser vê yekê av li ser gelek gundan, di nav de navçeyên Ehdasê, Til Rifetê, gundên Maratê, Til Qerah û gelek deverên din qut bû."

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, UNICEF di buhara 2018'an de peymanek îmze kir. Li gorî vê peymanê dê rojane 2 hezar û 400 metrekab bi rêya sehrîcên ku li Helebê bêne dagirkirin bide kantonê.

Endamê Rêveber ê Komîteyê Avê bal kişand ser siyasetên ku li ser herêmê têne meşandin û wiha got: "Siyasetên ku Tirkiyê û çeteyên wê, hikumeta Şamê û UNICEF`ê demeşînin planeke berfireh e, armanc jê berxwedana welatiyan lawaz û bi bin xînin û careke din wan bidin koçberkirin."

Seydo da zanîn ku ger UNICEF ji ser biryara xwe vegere û miqdara avê wekî berê nede, ew ê bîrên nû li navçe û gundên kantona Şehbayê bikolin da ku avê ji welatiyan re dabîn bikin.

Endamê Rêveber ê Komîteya Avê ya Herêma Efrînê Seydo Seydo di dawiyê de got: "Plan û siyasetên ku li dijî welatiyên herêma Efrînê têne meşandin  dê bi bin bikevin, dê nikaribin ne av û ne jî bi ba welatiyan dûrî berxwedanê bixin, armanca wan a sereke rizgarkirina Efrînê û veger e.

(eh)

ANHA