Artêşa dagirker gundên rizgarkirî yên rojhilatê Babê topbaran kir

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rizgarkirî yên li rojhilatê Babê topbaran kir.

Artêşa dagirker gundên rizgarkirî yên rojhilatê Babê topbaran kir
28 tîrmeh, 2021   09:42
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê got, “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li gundê El-Şêx Nasir bi cih dibin di saet 01:30`an de gundên El-Kawiklî, Kor Hiyok û Qert Wêran ên rizgarkirî yên li rojhilatê bajarê Babê ku sivîl tê de dijîn, topbaran kirine.

Li gorî navenda ragihandinê, 15 topên hawanê û tankan li gundên navborî ketine.

Topbaranê heta saet 06:00`an dewam kir. Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de topbarana li ser gundewarên bakur û rojavayê Minbicê dijwar kirine û bi vê yekê jiyana bi hezeran sivîl dixe xeteriyê û zerarê dide mal û milkên wan.

(bx)

ANHA