Fewzî Mistefa: Divê cihên cenazeyên şehîdên me bên eşkerekirin

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Fewzî Mistefa bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku yekser destwerdanê bikin û cihên veşartina cenazeyên şehîdan eşkere bikin.

Fewzî Mistefa: Divê cihên cenazeyên şehîdên me bên eşkerekirin
28 tîrmeh, 2021   02:53
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Mistafa teqez kir ku çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî ragihandin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê piştî ku gorên şehîdan vekirin û cenazeyên şehîdan derxistin, cenazeyên wan birin goristanên sivîlan ên li ser rêya di navbera navenda bajarê Efrînê û navçeya Şera de.

Mistefa wiha lê zêde kir: "Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku komîteyan ava bikin û wan bişînin Efrînê da ku cihê cenazeyên şehîdên me eşkere bikin."

Mistefa diyar kir ku li gorî çavkaniyan, cenazeyên hin şehîdan birine goristana Ziyareta Henan ya li ser rêya di navbera navenda bajêr û navçeya Şera de.

Mistafa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera veguherandin baregeheke leşkerî û goristana Şehîd Seydo di dema êrişên li ser çiyayê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê de wêran kirin. Her wiha da zanîn ku goristana Şehîd Avesta Xabûr a li navenda Efrînê veguherand bazara firotina sewalan, herî dawî jî dewleta Tirk cenazeyê 73 şehîdên sivîl û leşkerî derxistin û birin cihekî ne diyar.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê  Fewzî Mistefa bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên hiqûqî kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî re deynin û wê ceza bikin.

 (dx)

ANHA