​​​​​​​ Rewşen Qasim: Forum ji bo aktîfkirina diyaloga erebî-kurdî gavek e

Nivîskar û rojnameger Rewşen Qasim da zanîn ku foruma li ser têkiliyên kurdî-erebî ji bo aktîfkirina diyaloga erebî-kurdî gavek e û got, vîneke rasteqîn heye ku têkiliyên her du gelan saz bike.

​​​​​​​ Rewşen Qasim: Forum ji bo aktîfkirina diyaloga erebî-kurdî gavek e
28 tîrmeh, 2021   00:46
 NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê ya Misirê 25’ê Tîrmehê  forumeke bi rêya Zoomê bi sernavê "Têkiliyên Kurdî-Erebî di gelek pêşdeçûn û astengiyên heyî de" li dar xist. Di forumê de gelek rewşenbîr, rojnamevan, hiqûqnas û akademisyen amade bûn.

Di forumê de gelek mijar hatin nîqaşkirin; mîna (Çima niha têkiliyên Erebî-Kurdî? Rola erebî-kurdî li hember hewldanên hegemoniya li ser herêmê çi ye? Rola civaka sivîl di aktîfkirina diyaloga Erebî-Kurdî de çi ye? Çima girîngî ji bo çandê ku weke bingeha diyalogê ye hat dayîn? Pêşeroja diyaloga Erebî –Kurdî çi ye?)

 Nivîskar û rojnameger Rewşen Qasim a li gel Dr. Muxtar Xebaşî forum bi rê ve bir di hevpeyvînekê de li gel ajansa me got: "Forum ji bo aktîfkirina diyaloga erebî-kurdî pêngavek e. Ev pêngav yek ji hewldanên damezrandina têkiliyan aştî û jiyana hevbeş a di navbera her du gelan de ye. Ji ber rejîmên ku dewletên herêmê bi rê ve birine nefret, kîn û dijminatî di navbera gelên herêmê de afirandin."

 Hevpeyvîn wiha ye:

*Foruma diyalogê ya li ser têkiliyên kurdî-erebî bi rêya zoomê li dar ket, tê de gelek rewşenbîr, siyasetmedar û analîzvan beşdar bûn, gelo hûn çawa vê forumê dinirxînin?

 

 Foruma ku Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê organîze kiriye, ji çalakiyên wê yên dîjîtal bû, ev foruma ku bi rêya Zoomê hate lidarxistin li ser asta mijarên ku tê de hatin nîqaşkirin û hejmara beşdaran a yekemîn bû.

 Gelek pisporên têkildarî dozên herêmê, siyasetmedar û hiqûqnasên ji gelek welatan; ji Misir, Iraq, Sûriyê, Urdin, Filistîn, Tunis û Tirkiyê beşdarî forumê bûn da ku li ser ''Girîngiya têkiliyên Erebî-Kurdî di gelek pêşdeçûn û astengiyên heyî de" nîşqaş bikin ku diruşma forumê bû. Ev sernav girîngiyeke mezin da forumê ku dozên diyalektîk û girîng ên têkildarî gelên Kurd û Ereb nîqaş bikin.

 Forum ji bo aktîfkirina diyaloga erebî-kurdî mîna pêngvekê bû ku dikeve çarçoveya hewldanên damezrandina têkiliyên aştî û jiyana hevbeş a her du gelan.

Di forumê de gelek nirxandin hebûn, ji wan çawa rejîma dewletî hewl da qutbûnekê di navbera gelên Ereb û Kurd de ava bike, bi nêrîna wê heta ku derê ev qutbûn çêbûye?

 Rejîmên ku dewletên herêmê hikum kirin siyaseteke plankirî di vê warî de meşandin, ev siyaset çêkirina dijmin e. Rejîmên dîktator û destpot nefret û dijminatî afirandin, ji ber ku ev her du anku nefret û dijminatî misogeriya berdewam û hebûna wê ye. Ji bo wê jî rejîmên behsa mijarê dijminê ku gefan li dewlet, ewlehiya gel û dewlemendiya wê dixwe mezin dike û alaveke mezin a ragihandinê ji bo vê yekê ava dike ku ew jî ji aliyê xwe ev fikir li gel gelan diçîne û çav li ser kirz û pirsgirêkên rasteqîn digire. Di heman demê de bihaneyên ji çewisandin û binpêkirina azadiya nêrîn û mafên mirovan ava dike, her wiha berpirsiyariya xwe li hember gel heta şerê bi dijmin re bi dawî dike, rewa dike.

 Rejîmên destpot ên ku gelan kontorl dikin, tirsê çêdikin û li gorî planên xwe yên stratejîk xuya dikin ku gel xeteriyê li ser mayîna wan çêdikin. Di wê yekê de saziyên ewlehî, îstîxbaratî û çapemeniyê bi salan dixebitin. Ev jî dihêle sererastkirina fikir, eşkerekirina rastiyan û damezrandina têkilî û rêbaza danansîneke nû astengiyeke mezin û dijwar bin. Lê divê ev yek ji bo berjewendiya gelên herêmê pêk bê da ku aştiya rastîn çêbibe.

*Hûn têkiliyên kurdî-erebî yên niha çawa dinirxînin û xala girîng a hevbeş a di navbera her du gelan de çi ye?

Tevî ku têkiliyeke dîrokî di navbera her du gelan de heye, lê hîna dem li pêş me dirêj e ku em bibêjin têkiliyên erebî-kurdî heye. Ez dibînim, dibe ku nêrîna min a têkildarî nirxandina têkiliyên niha ji zêdetirî kêfxweşiyê nêzî bedbîniyê bin, ji ber têkilî ne baş in, ya rast em nikarin li ser hebûna têkiliyan biaxivin. Lê hin hewldanên me hene tiştê heyî helnaweşe û her du gelan ji hev nêz bikin û wêneyekî din di mêjiyê her du gelan de çêkin û têgehên cuda yên xwe dispêre fikireya çarenûsa hevbeş a gelên herêmê damezrînin. Em bi van forum û komxebatan hewl didin têkiliya di navbera her du gelan de baş bikin, lê serkeftina wê li ser vîna çîna siyasî, rewşenbîr ên Ereb û Kurd dimîne ku li hember rastkirina wênegirtina çewt berpirsiyar bin, derfeteke rastîn ji bo danasîna her du gelan ava bikin. Lê heke nebû em ê di rêyeke de bimeşin ku ronahî li dawiyê tune ye.

*Gelo çi pêşniyarên girîng di forumê de hatin kirin?

Gelek pêşniyar di forumê de hatin kirin, lê di rastiyê de nebûn perspektîf û encamname. Ji ber deriyê diyalogê hîna vekiriye û gelek rêzediyalog û forum hatin lidarxistin û di vê derbarê de niha amadekariya kongreyekê tê kirin û dê hin encamname derkevin.

 Teqez, pêşniyar pir girîng bûn û dikevin xana xurtkirina têkiliyên erebî-kurdî. Lê ev yek bi rêya lidarxistina forum û komxebatên diyalogê ku vê dosyayê nîqaş dikin, hatin kirin. Her wiha pêşniyarên li ser sazkirina têkiliya hevbeş a civaka sivîl û gelek pêşniyarên din hebûn ku forum dewlemed kir û girîngî da wê. hatin kirin.

*Di forumê de lidarxistina forumeke diyalogê ya kurdî-erebî hat pêşniyarkirin, her wiha danîna têkoşîna kurd di nava rêxistinbûyîna ewlehiya neteweyî ya Ereb de û aktîfkirina diyaloga erebî-kurdî hatin pêşniyarkirin, gelo tu planên pêşerojê ji bo pêkanîna van pêşniyaran hene?

Bê guman pêşniyarên hatine kirin dê li ser erdê pêk werin, piştrast dikim ku forum, hewldan, çalakiyên rêxistinê, kesên forum li dar xistiye û beşdar bûne ranawestin û vîneke rasteqîn heye ku vê projeyê bi pêş bixin da ku têkiliyên erebî-kurdî yên rasteqîn ava bikin.

(fr)

ANHA