​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-07-2021'AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-07-2021'AN
27 tîrmeh, 2021   23:00

- Malbatên şehîdan ên li navçeya Eyn Îsa êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser goristana Şehîdan a bajarê Efrînê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Fewzî Mistefa bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku yekser destwerdanê bikin û cihên veşartina cenazeyên şehîdan eşkere bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser red kirin û got, tu niyeta rêveberiyê ya parçekirina xaka Sûriyê tune ye û ev pirs kir: "Gelo çima hikumeta Şamê naçe herêmên ku Tirkiyê dagirkirine rizgar nake?" (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca teşwîqkirina perwerdeya pîşesaziyê û pîşeyî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê îsal amadekariya derbaskirina şaxên nû li qonaxa amadehiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Rêveber ê Komîteya Avê ya Herêma Efrînê Seydo Seydo diyar kir ku siyaseta UNICEF`ê dide meşandin xizmeta ajandeyên Tirk û çeteyên wê û hikumeta Şamê dike û got, ger rêxistina cîhanê biryarên xwe di ber çavan re derbas neke, planeke demkî ji bo dabînkirina avê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbic Cûma Heyder got itîrafa bi Rêveberiya Xweser bingeha bidawîkirina aloziya Sûriyê ye û pêkanîna aramî û ewlehiyê li welat e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û rojnameger Rewşen Qasim da zanîn ku foruma li ser têkiliyên kurdî-erebî ji bo aktîfkirina diyaloga erebî-kurdî gavek e û got, vîneke rasteqîn heye ku têkiliyên her du gelan saz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê semînrekê li ser asoyên çareseriya siyasî li Rojava û Sûriyê dide. Semîner ji aliyê Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo dide, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêşangeha Pirtûkan a Şehîda Herekol a 5'emîn dê 29'ê Tîrmehê bi beşdarbûna 44 weşanxaneyan were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA