​​​​​​​'Itîrafa navneteweyî bi Rêveberiya Xweser bingeha bidawîbûna aloziya Sûriyê ye'

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbic Cûma Heyder got itîrafa bi Rêveberiya Xweser bingeha bidawîkirina aloziya Sûriyê ye û pêkanîna aramî û ewlehiyê li welat e.

​​​​​​​'Itîrafa navneteweyî bi Rêveberiya Xweser bingeha bidawîbûna aloziya Sûriyê ye'
27 tîrmeh, 2021   23:42
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dengên ku banga itîrafa navneteweyî bi Rêveberiya Xweser ku beşek ji xaka Sûriyê bi rêve dibe, bilind dibin.

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê û Gundewarên wê Cûma Heyder got: "Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, hin koman xwe spart aliyên derve, da ku xwestekên wan li herêmê pêk bînin. Ji bo vê yekê jî avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekane rêbazê ji bo rêgirtina li pêşiya wan aliyan e."

Cûma Heyder piştrast kir ku komê çekdar ên ku di destpêka şoreşa Sûriyê de derketin, binesaziya welêt hilweşandin, talan kirin û mal û milkên gel dizîn.

Heyder wiha domand: "Lê Rêveberiya Xweser hewl dide jinûve binasaziya heyî li vê herêmê ava bike û dixwaze vê projeyê pêş bixe ku tevahî Sûriyê bigire nava xwe. Tevî gefên dewleta Tirk Ii ser herêmê, hewl dide destkeftiyên zêdetir di aliyê pêkanîna aramî û ewlehiyê de pêk bîne."

Heyder wiha dewam kir: "Gerek garantor hebe da ku aramî li herêmê dewam bike û bighêjin armancên şoreşê. Baweriya me heye ku sîstema Rêveberiya Xweser li ser bingeheke gelêrî hatiye avakirin û ji komînê heta, rêveberiya xetan, meclisa qanûnsaz û rêveber, dest pê dike."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê û Gundewarên wê Cûma Heyder di dawiyê de got:" Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê baweriya me bi yekitiya Sûriyê weke xak û gel û parastina hevgirtina civakî heye. Itîrafa bi Rêveberiya Xweser erk û xwestekeke. Ji ber ew çareseriya yekane da ku em ji vê aloziyê derkevin û Rêveberiya Xweser aramî, ewlehî, pêşketin, jiyana bi rûmet, edalet û wekeviyê ji me re peyda dike."

 (bx)

ANHA