Partiya Yekitiya Ermen dûrxistina Ermenan ji hilbijartinên Meclisa Gel rexne kir

Partiya Yekitiya Ermen dûrxistina pêkhateya Ermen ji hilbijartinên Meclisa Gel rexne kir û diyar kir ku serketina her pêvajoyeke siyasî li Sûriyeyê tevkariya nîştimanî û temsîla adilane ya tevahî pêkhateyan hewce dike.

Partiya Yekitiya Ermen dûrxistina Ermenan ji hilbijartinên Meclisa Gel rexne kir
22 gulan, 2026   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Ermen der barê hilbijartina Meclisa Gel de daxuyaniyek weşand.

Partiyê fikarên xwe ji proseya hilbijartinên Meclisa Gel û komîteyên girêdayî wê destnîşan kir û diyar kir ku pêkhateya Ermen beşeke resen a civaka Sûriyeyê ye, lê ji beşdarî û temsîla siyasî tê dûrxistin.

Partiyê da zanîn ku dûrxistina pêkhateya Ermen binpêkirina rêgezên edaleta nîştimanî ye û bandoreke neyînî li ser meşrûiyeta xebata siyasî û siberoja temsîla nîştimanî ya welat dike.

Partiya Yekitiya Ermen di daxuyaniyê de xwest ji parêzgehên Hesekê, Reqa, Dêrazor, Şam û Helebê temsîliyeta civaka Ermen di Meclisa Gel de hebe.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Divê mafê Ermenan ê hilbijartina nûnerên xwe hebe. Ev yek jî garantiya edaletê ye."

Partiyê her wiha bal kişand ser tunebûna temsîla Asûriyan jî û diyar kir Asûrî jî pêkhateyeke resen a herêma Cizîrê ne. Partiyê, şêwazê parvekirina kursiyên hilbijartinan li pêkhateyan red kir û da zanîn ku pêkhateya Kurd û yên din jî hatin paşguhkirin.

Partiya Yekitiya Ermen destnîşan kir ku serkeftina her pêvajoyeke hilbijartin an siyasî li Sûriyaya pêşerojê bi pêkanîna nûneratiyeke dadperwer û hevseng ji bo tevahî pêkhate, ol û mezheban ve girêdayî ye. Partiyê diyar kir ku “divê Sûriyeya nû li ser bingeha hevkariya neteweyî, rêzgirtina ji bo cihêrengiyê û misogerkirina mafên siyasî yên hemû pêkhateyê were avakirin, bi vî rengî yekitî û aramiya welêt xurt bike.”

(bb)

ANHA