​​​​​​​Pêkhateyên herêmê: Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye, ji hundirê Sûriyê derketiye

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser red kirin û got, tu niyeta rêveberiyê ya parçekirina xaka Sûriyê tune ye û ev pirs kir: "Gelo çima hikumeta Şamê naçe herêmên ku Tirkiyê dagirkirine rizgar nake?" 

​​​​​​​Pêkhateyên herêmê: Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye, ji hundirê Sûriyê derketiye
28 tîrmeh, 2021   01:57
​​​​​​​QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Tevî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran teqez kiriye ku tu niyetên wê yên parçebûna ji xaka Sûriyê tunene, lê hikumeta Şamê li dijî wê daxuyaniyên dûrî rastiyê dan, tê de rêveberî bi pêkanîna projeya parçebûnê tawanbar kir.

Berovajî îdiayên hikumeta Şamê û dijminên Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Xweser ji destpêka aloziya Sûriyê ve xeta sêyemîn hilbijart ku xwe dispêre diyalogên di navbera pêkhateyên Sûriyê de û dikare ji aloziya Sûriyê re bibe çareserî û yekitiya xaka wê misoger bike.

Têkildarî mijarê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA'yê re axivîn û daxuyaniyên hikumeta Şamê yên ku Rêveberiya Xweser bi parçebûna ji Sûriyê tawanbar dike şermezar kirin.

ꞌESED SÛRIYE FIROTꞌ

Mihemed Qurmizî yê ji pêkhateya Tirkumen diyar kir ku hikumeta Şamê Sûriye firot Îran, Tirkiye û Rûsya û ev yek lê zêde kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em rastî gelek êrişan hatin, me li ber xwe da, berdêla vê israr û berxwedanê xwîn bûn ku em pê serbilind in."

Qurmizî her wih got: "Em ji bo mafên xwe yên rewa tê dikoşin, em ne ji dagirkeran û ne jî dijminên Rêveberiya Xweser ditirsin, çi dibe bila bibe, di dawiyê de em ê maf û azadiya xwe bi dest bixin."

Mihemed Qurmizî îşaret pê kir ku tenê kursiya serokatiyê ji Esed re maye û wiha domand: "Bi vê kursiyê dixwaze careke din tevahiya erda Sûriyê serwer bike. Em ê dagirkeriya Erdogan ji herêmên xwe derxin, fikireya Rêveberiya Xweser belav bikin û li seranserî xaka Sûriyê pêk bînin."

ꞌRÊVEBERIYA XWESER NAXWAZE JI SÛRIYÊ QUT BIBEꞌ

Welatiya bi navê Seyran Tûman a ji pêkhateya Ermen tawanên li dijî Rêveberiya Xweser red kir û got, îdiaya ku Rêveberiya Xweser parçekirinê dixwaze ne rast e û wiha got: "Rêveberiya Xweser parçebûnê naxwaze, rojekê me ev îdiaya li ser hatiye belavkirin nebihîstiye, em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev hez dikin, xwişk û bira ne û doza me yek e."

Pedros Sîrob Hagobyan ê ji pêkhateya Ermen destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser parçebûna ji Sûriyê naxwaze û tu cudabûnê di navbera gelê Sûriyê de nabîne.

TECRÛBEYA RÊVEBERIYA XWESER SERKEFTÎ YE Û JI HUNDIRÊ SÛRIYÊ DERKETIYEꞌ

Mistefa El-Muheymîd anî ziman ku Rêveberiya Xweser tecrûbeyek serkeftî ye, herêm bi ewle û aştî ye û dûrî bûyerên li herêmê û li Sûriyê diqewime ye û ev lê zêde kir: "Em pêkhateya Ereb wekî her pêkhateyeke din in, çi Kurd be û çi Suryan be jî ku tev li Rêveberiya Xweser bû, me tu niyeteke Rêveberiya Xweser a parçekirina ji Sûriyê nedît û rêveberî ji hundirê Sûriyê çêbûye."

ꞌLI ŞÛNA KU RÊVEBERIYA XWESER BI PARÇEBÛNÊ TAWANBAR DIKIN, ÇIMA NAÇIN HERÊMÊN DAGIRKIRÎ Û RIZGAR NAKIN?ꞌ

 Cemal Xelo yê ji pêkhateya Kurd îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser naxwaze erda Sûriyê parçe bike, tevahiya gelan hembêz dike û hemû pêkhateyên li herêmê xwedî maf in û wiha domand: "Em wekî Kurd wekî her pêkhateyekî din dixwazin hebûna xwe ya li Sûriyê misoger bikin."

Xelo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku daxuyaniya hikumeta Şamê nîşaneya faşîst û dîktatoriyeta wê ye, dixwaze bi rêya daxuyaniyê Rêveberiya Xweser li pêşiya cîhanê reş bike. Her wiha got, tawanên li dijî Rêveberiya Xweser ne rast in û tu xwesteke Rêveberiya Xweser a parçekirinê tune ye.

Cemal Xelo daxuyand  ku îtîrafa bi Rêveberiya Xweser daxwaze wan tevan e û tu kes nikare destkeftiyên ku wan bi dest xistine, desteser bikin û ev pirs kir:"Gelo em banga mafên xwe bikin, pirsgirêk e? Ger cîhanê îtîrafa bi van mafan red kir, ev pirsgirêka wê e, ew gelên xwe qebûl nakin heya ku bikaribin me qebûl bikin, em li ser xaka xwe ne û em ê baş kar bikin da ku bigihêjin xwesteka xwe."

Xelo tawanên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser red kir û got:"Neteweya demokratîk mafên hemû gelan diparêze û alternatîfa rejîma diktator e."

Cemal Xelo destnîşan kir ku nakokiyên kûr di navbera dewletên dijberî Rêveberiya Xweser de hene û wiha domand: "Lê dema ku mijar dibe rêveberî yan jî gelê Kurd  hemû li hev dikin. Mînak; Tirkiye jî her tim Rêveberiya Xweser bi parçebûna ji Sûriyê tawanbar dike, lê ew dewleteke dagirker e û rûbereke mezin ji xaka Sûriyê dagir kiriye."

Xelo di dawiyê de ev pirs kir: "Li şûna ku hikumeta Şamê Rêveberiya Xweser tawanbar dike, çima naçe herêmên ku Tirkiyê dagir kiriye û wan rizgar nake?"

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VgeDW4pEMQo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>