Ciwanên şoreşger ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê meşiyan 

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dirûşmeya"Werin cenga azadiyê " meşeke bi meşeleyan li dar xist. Di meşê de berxwedana gerîlayan silav kir û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Ciwanên şoreşger ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê meşiyan 
Ciwanên şoreşger ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê meşiyan 
Ciwanên şoreşger ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê meşiyan 
Ciwanên şoreşger ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê meşiyan 
Ciwanên şoreşger ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê meşiyan 
Ciwanên şoreşger ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê meşiyan 
Ciwanên şoreşger ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê meşiyan 
Ciwanên şoreşger ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê meşiyan 
27 tîrmeh, 2021   20:43
QAMIŞLO

Meşa ku bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û endamên saziyên sivîl tevlê bûn ji çerxerêya Xelîc dest pê kir.

Di meşê de sloganên "Na ji dagirkeriya Tirk û îxanetê re" hatin berzkirin û pankartên bi nivîsên "Werin cenga azadiyê " û meşele û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan.

Meş li çerxerêya Kornîş veguherî mîtîngê. Bi  navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Bahoz Herekol axivî û li dijî dagirkeriya Tirk piştgiriya xwe ya ji berxwedana gerîla re nîşan da. Herekol îxaneta PDK`ê û hevkariya wê di êrişên li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) de şermezar kir.

Herekol destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe hewl dide tevahiya destkeftiyên gelê Kurd têk bibe û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Di heman demê de hewl dide destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin têk bibe."

Mîtîng bi sloganan bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qh0azOCIl0g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>