Li Serêkaniyê di navbera çeteyan de şer derket: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve şer kirin. Hate gotin ku di şer de kuştî û birîndar çêbûne.

Li Serêkaniyê di navbera çeteyan de şer derket: Kuştî û birîndar hene
25 tîrmeh, 2021   15:38
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, li bajarê Serêkaniyê komên çete yên di bin navê "Ceyş El-Şerqiya" de bi hev ketin.

Çavkaniyan diyar kirin ku şer îro di saetên nîvro de qewimî û di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.

Gelek caran di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer diqewime. Tê gotin ku sedema piraniya şeran li ser dizî û parvekirina milkên şêniyên hatine koçberkirin e.

ANHA