Berxwedana 14`ê Tîrmehê li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî hate bibîranîn

Bi boneya salvegera 39`emîn a Berxwedana 14`ê Tîrmehê Meclisa Kampên Serêkaniyê û Waşûkanî du semînerên cuda li dar xistin. Bi dehan koçberên Serêkaniyê beşdarî sermînerê bûn.

Berxwedana 14`ê Tîrmehê li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî hate bibîranîn
14 tîrmeh, 2021   18:11
HESEKÊ

Semînera yekemîn li qada kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê bi beşdariya bi dehan koçberên ji Serêkaniyê li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/07/14/173621_kampa-wasukani-28329.webp

Xelîl ev li gotina xwe zêde kir: "Dema em berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr tînin, em baş dizanin ku tîrêj û minareya azadiyê ye û ji bo dozên me yên adilane hîn jî encamên wan berdewam dikin."

Xelîl da zanîn ku dema Şoreşa 14`ê Tîrmehê bi bîr tînin di heman demê de israra lehengên xwe yên li çiyayên Kurdistanê silav dikin.

Ebdurehman Xelîl wiha gotina xwe bi dawî kir: "Berxwedan û lehengiya ku gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dane meşandin, berdewam in û hêza xwe  ji Berxwedana şehîdên Şoreşa 14`ê Tîrmehê werdigirin."

Di heman demê de li  kampa Waşûkanî jî bi armanca bibîrxistina Şoreşa 14`ê Tîrmehê semînerek hate lidarxistin.

(eh)

ANHA