Li Qamişlo bi boneya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê, 145 şehîdên Tîrmehê hatin bibîranîn

Bi boneya salvegera 39`an a Berxwedana 14`ê Tîrmehê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo 145 şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn.

Li Qamişlo bi boneya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê, 145 şehîdên Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Qamişlo bi boneya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê, 145 şehîdên Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Qamişlo bi boneya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê, 145 şehîdên Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Qamişlo bi boneya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê, 145 şehîdên Tîrmehê hatin bibîranîn
Li Qamişlo bi boneya salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê, 145 şehîdên Tîrmehê hatin bibîranîn
14 tîrmeh, 2021   19:04
QAMIŞLO

Li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo û bi beşdariya bi sedan malbatên şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi boneya salvegera 39`an a Berxwedana 14`ê Tîrmehê ya li girtîgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê merasîma bîranîna 145 şehîdên HPG`ê, YPJ, YPG, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di meha Tîrmehê de û salên cuda de gihaştibûn asta şehadetê li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/07/14/181932_frzndh7e1.webp

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzend Munzir axivî û îşaret bi Berxwedana 14`ê Tîrmehê kir ku tevahiya Kurdistanê pê bandor bû û ji slogana şehîd Mazlûm Doxan a"Berxwedan jiyan e" dest pê kir û wiha got: "Mazlûm ji canê xwe meşaleya roja Newroza 1982`yan vêxist, her wiha Kemal Pîr, Akif Yilmaz, Xeyrî Dûrmûş û Alî Çîçek rêya wî berdewam kir û piştî greva birçîbûnê ya di girtîgeha Amedê de gihaştin asta şehadetê."

Ferzend Mûnzir gotina rêber Abdullah Ocalan a têkildarî Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr xist;"Rêber Apo der barê berxwedan wan de got, gotin têra wefedariya wan nakin, ji bo gel mafên xwe bi dest bixin, canê xwe feda kirin, ev jî di demekê de pêk hat ku tevahiya Kurdistanê bi siyaseta çewisandinê ya ji aliyê rejîmên desthilat ve rû bi rû dima."

Mûnzir Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi"Mirovahiyê" wesif kir û got: "Armanca şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê pêk tê, ji destpêkirina çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê bigire ku li Kobanê dest pê kir û heta bi berdêlên tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina wan re ku di bin sîwana fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk de ye."

Mûnzir îşaret bi girîngiya sekna li dijî dagirkeriya Tirk kir û bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Bi rihê Berxwedana 14`ê Tîrmehê divê dijmin têk biçe, tenê berxwedan berbijêrka me ye, yan  jiyana bi rûmet yan jî mirina bi rûmet."

/ar/uploads/files/2021/07/14/181919_rfyn7e1.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs navên 145 şehîdan xwendin û merasm bi sloganên "Bijî berxwedana şehîdan, şehîd namirin û bijî berxwedana rêber Abdullah Ocalan, berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SZiIa11gsiM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>