​​​​​​​PYD’ê ya Girê Spî kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist

PYD’ê ya kantona Girê Spî kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist, her wiha ji bo Meclisa PYD’ê ya Girê Spî 25 endam hatin hilbijartin ku ew jî nûnerên ji tevahî navçe û bajarokan e.

​​​​​​​PYD’ê ya Girê Spî kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist
​​​​​​​PYD’ê ya Girê Spî kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist
​​​​​​​PYD’ê ya Girê Spî kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist
​​​​​​​PYD’ê ya Girê Spî kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist
​​​​​​​PYD’ê ya Girê Spî kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist
14 tîrmeh, 2021   18:07
EYN ÎSA

Li hola civînan a navçeya Eyn Îsayê bi beşdariya 250 delegeyên ji şêniyên kantona Girê Spî, PYD’ê kongreya xwe ya 2’yemîn bi diruşma" Bi rêxistin û berxwedana gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin û neteweya demokratîk biparêzin" li dar xist.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim lidarxistina kongreyê pîroz kir, behsa krîza Sûriyê kir û wiha got: "Sedema dirêjbûna krîza Sûriyê serhişkiya hikumeta Şamê û neqebûlkirina wê ya diyalogê ye. Ew hewl dide bibin aliyekî çareser ji krîza Sûriyê û li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an çareser bikin."

/ar/uploads/files/2021/07/14/173146_anwr-mslm.webp

Muslim wiha domand: "Tecrûbeya Rêveberiya Xweser serkeftina xwe îsbat kir û gelek xizmetguzariyên mezin ji gelê xwe re bi hemû pêkhateyên wê pêşkêş kirin. Nîşaneya serkeftina wê jî gelek serdanên biyanî ji herêmê re ne."

Muslim wiha bi dawî kir: "Divê em hevgirtî û zana bin û li dora rêveberiya xwe bicivin, her wiha piştgiriya QSD’ê di têkbirina planên dagirkeriya Tirk û tevahî aliyên dijberî azadî û rûmeta gelan de bikin."

/ar/uploads/files/2021/07/14/173252_whyd-abdallh.webp

Piştre, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Wehîd El-Ebdullah axivî û wiha got: "Destkeftiyên heyî, bi saya keda şehîdan en. Divê em wefedar bin û parastina van destkeftiyan bikin û asta têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî bilind bikin."

/ar/uploads/files/2021/07/14/173202_jyhan-alaly.webp

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star a Girê spî Cîhan El-Elî lidarxistina kongreyê li PYD’ê ya Girê Spî pîroz kir û rola jinan pîroz kir û wiha got: " Spasiya PYD’ê dikim, ji ber ku hewl da rola jinan di civakê pêşengtî be û piştgiriya wê di tevahî aliyên siyasî û xizmetguzarî de kir."

/ar/uploads/files/2021/07/14/173236_hzaa-mhmd.webp

Cîgirê Hevserokatiya Girê Spî Hezai Mihemed rewşa siyasî şîrove kir û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk bi piştgiriya navneteweyî herêmên fireh ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin û bû sedem ku bi hezaran sivîl ji bajar û gundên xwe koçber bibin."

Mihemed berxwedana QSD’ê ya li tevahî eniyan spas kir ku nehişt dagirkeriya Tirk bigihîne armanca xwe ya dagirkirina herêmên dîtir ên Sûriyê.

Piştî wê deriyê hilbijartinê ji bo meclisa partiyê ya li kantonê vebû, bi wê re 32 endam weke nûnerên ji bo tevahî navçe û bajarokên girêdayî kantonê xwe hilbijartin.

Lê piştî hilbijartinê û dengdayînê 25 endam ji bo rêveberiya meclisa partiyê ya Girê Spî hatin hilbijartin.

/ar/uploads/files/2021/07/14/173219_sbry-nbw.webp

Kongre bi xwendina encamnameyekê ji hêla cîgirê Hevserokatiya kantonê Sebrî Nebo ve bi dawî bû û wiha got: "Divê xebata partiyê çalak bibe, xizmetî gel bikin, armancên siyasî yên partiyê pêk bînin û li hember rêbazên şerê taybet bisekinin."

(fr)

ANHA