'Armanc ji pêkanîna sûcan, têkbirina vîna siyasî ya gelê Sûriyê ye'

Yek ji rêveberên Partiya Sûriya Pêşerojê got armanca sûcên ku li herêmê pêk tên, têkbirina israr û vîna siyasî ya gelê Sûriyê ye.

'Armanc ji pêkanîna sûcan, têkbirina vîna siyasî ya gelê Sûriyê ye'
14 tîrmeh, 2021   06:37
DÊRAZOR

Li herêmên gundewarên Dêrezorê rûspî û rêveberên saziyên sivîl tên hedefgirtin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya li rojhilatê Dêrezorê, Mihemed El-Zayêd got armanca sûcên kuştinê li Bakurê Rojhilata Sûriyê û li Dêrezorê bi taybet, têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê ye.

El-Zayêd da zanîn ku hin aliyên derve piştgirî didin van sûcan, ew alî dijminê Rêveberiya Xweser in û dixwazin israra gelên Sûriyê û vîna wan a siyasî têk bibin.

El-Zayêd piştrast kir ku piraniya kesên ku tên hedefgirtin karmendên Rêveberiya Xweser, şervanên QSD’ê, rûspî û şêxên eşîran ên ku alîgirê vê projeyê ne.

El-Zayêd destnîşan kir ku armanca qetilkirina van kesayetan, ew e ku dev ji karê di nav saziyên Rêveberiya Xweser an jî nava QSD` de berdin, da ku li herêmê fitneyê çêbikin û projeya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

El-Zayêd got hin alî, wekî hikumeta Tirkiyê, milîsên Îranê û hikumeta Şamê, projeya Rêveberiya Xweser û daxwazên gelên Sûriyê ya gihaştina azadî û wekheviyê, qebûl nakin.

El-Zayêd axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em wekî gelên herêmê, li dijî her cure destwerdana derve û şerên taybet yên ji hêla hêzên desthilatdar ve ku armanca wan ewlehî û aramiya me têk bibin, disekinin. Em hemû bi biryar in ku vê projeya xwe bi hêzkirina rêveberiyê û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk bidomînin, heya pêkanîna ewlehiyê û gihaştina hemû armanc û daxwazên gelê me yên jiyana hevpar, wekhev û biratiya gelan."

(dx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u5d6lmjEHJE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>