'Revandina nûnerên me helwesteke dijmane ye '

Rêveberiya Xweser û PYD`ê revandina nûnerên xwe ji aliyê PDK`ê ve wekî helwesteke dijminane li destkeftiyên herêmê û li Rêveberiya Xweser bi nav kir. Li aliyekî din aliyên hûqûqî gotin, nabe siyasetmedar û diplomatên xwedî mafê parêzbendiyê werin girtin an jî revandin.

'Revandina nûnerên me helwesteke dijmane ye '
14 tîrmeh, 2021   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Ji 10`ê Hezîranê ve agahî ji nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên ku ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatine revandin nayê girtin. Li gorî hin agahiyên nepiştrastbûyî, PDK`ê nûnerên herêmê radestî dewleta Tirk a dagirker kirine. Hinek din jî dibêjin ku istixbarata dewleta Tirk lêpirsînê bi wan re dike.

Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Senaa Deham Elî diyar kir ku nûnerên wan Cîhad Hesen û endamên têkiliyan ên PYD`ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz bi awayekî fermî û rewa li Başûrê Kurdistanê bûn û belgeyên wan ên mayîna li wir heye û hebûna wan li wir jî qanûnî ye.

Senaa revandina nûnerên wan û yên PYD`ê wekî helwesteke dijminane ya diyar a li destkeftiyên herêmê û Rêveberiya Xweser bi nav kir û destnîşan kir ku ev siyaset tenê ajandeyên dijminên gelê Kurd û Rêveberiya Xweser pêk tîne.

Senaa daxuyand ku heta niha agahî ji nûnerên wan û yên PYD`ê nehatiye girtin û fikarên xwe ji berê vê yekê anî ziman û wiha pê de çû: “Heta niha parêzeran û malbatên wan nikarin têkilî pê re deynin. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan mudaxele bikin ji ber ku ew nûnertiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.”

`AGAHIYÊN KU EM BI DEST XISTIN CIHÊ FIKARAN E'

Endama Desteya Serokatiya PYD`ê Sema Begdaş diyar kir ku nûnerên wan û yên Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bi rêya nivîsgehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê kar û xebatên xwe yên siyasî û dîplomatîk dimeşandin û got: “Ev revandin ne qanûnî ye. Dema çûn şandeyeke fermî pêşwazî bikin hatin revandin.”

Girêdayî agahiyên der barê aqûbeta nûnerên revandî de Sema wiha axivî: “Gelek agahî hene dibêjin ku nûnerên me radestî aliyên din hatine kirine û lêpirsînê bi wan re dikin. Ji ber van agahiyan em bi fikar in.”

Her wiha Sema îşaret bi siyaseta PDK`ê kir û got: "Siyasetên PDK'ê li dijî hêviyên gelê Kurd e û ew berpirsa encamên revandina nûnerên wan û yên Rêveberiya Xweser e. Ev siyaseta  tenê planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê pêk tîne ku bi hemû rêbazan hewl dide gelê Kurd tune bike û Kurdistanê dagir bike. Her wiha piştî ku derbên giran ji aliyê Hêzên Parastina Gel (HPG) ve xwarin, dewleta Tirk armanc dike şerekî navxweyî di nava hêzên kurdî de derxe.”

` NABE SIYASETMEDAR Û DIPLOMAT XWEDÎ MAFÊ PARÊZBENDIYÊ WERIN GIRTIN`

Parêzer Atiye Yûsif jî piştrast kir ku diplomat û siyasetmdar li hemû welatan xwedî mafê parêzbendiyê ne û nabe werin girtin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Pir kêm e ku nûnerên fermî werin girtin. Tenê di rewşên mîna pêkanîna sûceke cezayî de tên girtin, ruxmî wê jî beriya girtin divê aliyên têkildar bi awayekî fermî agahî bide aliyên ku ew girêdayî wê ne.”

Atiye got, divê desthilata Başûrê Kurdistanê sedemên revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê eşkere bike û wiha berdewam kir: “Ev bû mehek zêdetir nûnerên me hatine revandin. Heger em bêjin ku ji ber sûcekî cezayî hatine girtin,  divê destpêkê Rêveberiya Xweser agahdar bikin piştre wan bigire û lêpirsînê bi wan re bike.“

Parêzer Atiye Yûsif di dawiyê de bang kir ku divê Rêveberiya Xweser doz li dijî herêma Başûrê Kurdistanê veke da ku aqûbeta nûnerên xwe nas bike û wiha got: “Heke nûnerên me bi awayekî hovane hatin girtin, mafê Rêveberiya Xweser heye ku tawîzê bixwaze.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FoSud9mFbBI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>