Fuat Kav: Berxwedana 14 'ê Tîrmehê manîfestoyek e

Rojnamevan û nivîskar Fuat Kav diyar kir ku berxwedana rojiya mirinê ya mezin a beriya 39 salan li zindana Amedê pêk hat, ji bo gelê Kurd manîfestoyek e û got “Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê gelê Kurd ber bi şoreşê ve bir.”

Fuat Kav: Berxwedana 14 'ê Tîrmehê manîfestoyek e
14 tîrmeh, 2021   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

39 sal di ser berxwedana Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çelîk û Akîf Yilmaz ên kadroyên pêşeng ên PKK'ê ya li zindana Amedê ya li dijî kiryarên dermirovî derbas bûn.  Li Zindana Amedê hewl dan ku bi îşkenceyê hêviya azadiyê ya gelê Kurd tune bikin.

Di zindana Amedê de îşkenceyên herî giran li girtiyan kirin lê 14 Tîrmeha 1982’yan kadroyên pêşeng ên PKK’ê li hemberî vê yekê berxwedana rojiya mirinê da destpêkirin.

Me hevpeyvînek bi rojnamevan û nivîskar Fuat Kav re çêkir ku bi xwe jî di berxwedana Zindana Amedê de cih girtiye û pirtûka ‘Mirovên Wêrek’ (Cesur Yurekli Insanlar) li ser tiştên ku di wê pêvajoyê de qewimîne, nivîsandiye.

Wek kesekî ku di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14 'ê Tîrmehê de cih girtiye, dikarî şert û mercên wê pêvajoyê diyar bikî? Çi hûn ber bi wê berxwedanê ve birin?

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê di sala 1982'yan de pêk hat. Wê demê pêvajoya 12'ê Îlonê bû û cûntaya faşîst bi serkêşiya Kenan Evren li welat serdest bû. Di serî de girtina sazî û dezgehên demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyê, di çarçoveya konsepta tesfiyekirina tevgerên şoreşger û tevgera azadiya Kurdistanê de weke pêvajoyekê pêk hat.

Derbeya 12'ê Îlonê di sala 1980'yî de bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk hat. Armanca bingehîn a derbeyê, tesfiyekirina tevgerên şoreşger û tunekirina tevgera azadiyê ya Kurd bû. Derbekaran digot dema tevgerên şoreşger tesfiye bikin, dê berxwedana li zindanan jî tesfiye bikin. Bi îtiraf û vegotinên li dadgehan ên poşmanbûnê, hewl dan konseptekê biafirînin.

‘BERXWEDANA LI DIJÎ TESLÎMIYET Û XIYANETÊ’

Dixwestin di zindanan de wan têk bibin. Berxwedana li hemberî vê yekê bi awayekî xwezayî bi pêş ket. Cûntaya faşîst li ser Zindana Amedê dest bi pêkutiyên giran kir. Armanca wan ew bû ku dîl bigirin û xayintiyê lê ferz bikin. Li hemberî vê yekê, tevgerên şoreşger, bi taybetî jî kadroyên pêşeng ên PKK'ê, berxwedan tercîh kir. Her du hêz di pêvajoyeke şer re derbas bûn. Cûntaya faşîst konsepta girtina kadroyên pêşeng ên PKK'ê afirandibe jî, rêbertiya PKK'ê bi biryardariya li dijî teslimiyet û xiyanetê û mezinkirina têkoşîna azadiyê ya Kurd li zindanan li ber xwe da.

Çalakiya 14'ê Tîrmehê berdewama çalakiyên hevalê Mazlûm Dogan û Çaran bû û her wiha beriya wê hevalê Alî Erek şehîd bûbû. Êdî wek nêzîkatiyeke giştî pêwîstiya çalakiyeke dawîn derketibû holê. Nemaze hevalên Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Mustafa Karasu pêvajo nirxand. Diyar bû ku li dijî zextên li Zindana Amedê divê çalakiyên nû werin kirin û heke ev pêk neye, dê rewşa Zindana Amedê xirab be û bi vî rengî çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê derkete holê.

Ji bo vegotina cihê berxwedana Rojiya Mezin a di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de mirov dikare çi bibêje?

Ev pêvajo pêvajoyeke pir giran bû. Bê guman cûnta bi tena serê xwe nebû. Tora îtîrafkaran a cûntayê tev lê bû. Wê demê peywir dan kesên wekî Yildirim Merkît, Şahin Donmez, Hidir Akbalik û Ali Gun. Êrişa mezin a li dijî PKK'ê bi wan re hate kirin. Eger li pêvajoya xiyanet û teslîmgirtinê pêk bihata, wê pêvajoyê dê bandor li tevahiya civakê bikira. Di dema pêş de dê bandor li gelên Rojhilata Navîn jî bikira. Ev tê vê wateyê; PKK dê bi temamî tesfiye bibûya. Tesfiyekirina PKK'ê dê bi awayekî xwezayî bandor li şoreşa Tirkiyê bikira. Qet nebe PKK dê bi ser xwe ve nehata.

Serok Apo di wê serdemê de berê xwe da Rojhilata Navîn û di warê ji nû ve birêxistinkirinê de xwest rêyeke nû veke. Heke li Zindana Amedê berxwedan nebya, hem lêgerînên li Rojhilata Navîn hem jî lêgerînên li Kurdistanê dê zemîneke madî ji xwe re peyda nekira. Ji ber ku berxwedana li Zindana Amedê gelê Kurd da ber xwe û hêz û hişmendî da wan.

Di çarçoveya berxwedanê de encameke gelekî girîng afirî. Bi taybetî şehadeta hevalê Mazlûm Dogan, rewşa hevalên di 14'ê Tîrmehê de gihîştin şehadete, bi taybetî li Rojhilata Navîn bi kûrahî hatin nîqaşkirin û nirxandin. Em dizanin ku serok Apo di encama wan de bîranînên şehîdan veguherandin şoreşê, kirin îradeya şoreşê û gihîşt wê encamê ku di birêxistinkirina gelê Kurdistanê de dikare roleke girîng bilîze. Di vê wateyê de çalakiya Mazlûm Dogan, çalakiya Çaran, çalakiya 14'ê Tîrmehê kir ku PKK xwe ji nû ve ava bike. Bi berxwedana Zindana Amedê re êdî asoyeke nû ya PKK'ê derkete holê. Pêngava 14'ê Tîrmehê pêngaveke gelekî girîng a pêşengiya gelê Kurd a şoreşê ye.

Hayrî Durmuş got "Eger ez bimirim, li ser kêla gora min binivîsin deyndarê welatê xwe ye." Dema mirov îro li wan rojan binêre,  ev gotin tê çi wateyê?

Dema ku heval di rojiya mirinê de bûn, Hayrî Durmuş ji hevalên xwe yên çalakger re wisa got. Çima wisa got? Ev yek wek bîranîna berpirsyarî û wezîfeya endamekî PKK'ê, bi taybetî yên pêşeng, nîşan dide. Hûn di kîjan şert û mercan de bin, hûn li hundir bin an jî li derve bin, îşkenceyê li we bikin an na, lê heke hûn PKK'yî bin û di pozîsyona pêşengiyê de bin, we wezîfe û berpirsyarî girtibin ser milê xwe, hûn ê hemû ruh, beden, hişmendî, ramana xwe ji bo gel bi kar bînin. Dema ku kêmasiyeke herî biçûk jî derkeve holê, hûn ê deyndar bin.

'GOTINA HAYRÎ DURMUŞ JI BO ÎRO JÎ DERBASDAR E’

Hayrî Durmuş bi rastî jî ne deyndar bû. Mirovekî bi vî rengî çawa deyndar dibe? Eger hûn pêwîstiyan bi cih neynin, dibe ku hûn deyndar bin. Yan jî eger tu tawîz ji bo wê neyê dan û hûn erk û berpirsyariyên ku gel ji we xwestine, bi cih neynin, hingê hûn ê deyndar bin. Lê belê helwesta hevalê Hayrî Durmuş ne ev bû. Ew di rojiya mirinê de bû, di çalakiyê de bû. Ya ku diviyabû bike, dikir. Û dîsa jî got "Li ser kêla gora min binivîsin deyndarê welatê xwe ye.” Her wiha berpirsyariyek jî diyar kir. Pêdiviya şoreşgeran ku yek deqe jî bê kar nemînin, bê wate li dora xwe negerin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin, derdixistin pêş.

Zêdetirî 200 roj e berxwedana greva birçîbûnê didome. Piştî van hemû deman mirov hê jî bi bedelên giran ji bo guhertina pergalê tê dikoşin. Dema mirov ji eniya pergalê ve lê dinêre mirov çawa vê yekê bixwîne, hikumetên ku di zindanan de gelek caran bi ser neketin jî, çima ew qas bi israr in?

Li gelek deverên cîhanê mirov hene ku li dijî zextan li ber xwe didin. Li Kurdistanê divê rol û berxwedana zindanan hinekî cuda bê dîtin. Zindanên ku serdestan li Kurdistanê çêkirine, ne tenê cihê ku rewşenbîr û demokratan lê bigirin û wan di hundir de bê bandor bikin. Erkeke wan a bingehîn ew e ku ji civakê îzole bikin.

'ÊDÎ DEMA BERXWEANA LI DIJÎ ZEXTAN HATIYE'

Lê Tirkiye ne wiha ye. Tirkiye ne tenê dijberên xwe ji civakê dûr die, wan ji gel jî tecrîd dike, xiyanetê li ser gel ferz dike, nemaze yên ku li dijî wan derdikevin. Li ser bingeha bêşexsîyetkirnê polîtîkayekê didin meşandin. Di wê çarçoveyê de nêzîkatiya li zindanan di dîroka Tirkiyê de ji berê heta roja îro li ser vê bingehê bûye. Li dijî vê rewşê berxwedaneke domdar hatiye kirin.

Heke sîstem xwe li ser bingeha tunekirinê ava bike, dê berxwedana li zindanan jî dewam bike. Lê cudahiyeke din heye. Bi deh hezaran kes hene. Ji ber vê yekê, girtîgehên li Tirkiyê bûne qada ku hem têkoşîna çînî hem jî têkoşîna rizgariya neteweyî lê tê meşandin. Aliyê din ê têkoşînê, zindan e. Tevî ku navgîn û mewzî tên guhertin jî, di çarçoveya têkoşîn û kûrahiyê de du enî hene. Bi deh hezaran mirov îro li Zindanan li ber xwe didin û di grevên birçîbûnê de divê wek parçeyek ji berxwedana zindanan a berê bên dîtin. Kevneşopa berxwedanê ya ku berê hatibû danîn, îro jî didome. Ne bi deste hin mirovan, lê bi destê bi deh hezaran.

'BERXWEDANA ÎMRALIYÊ BERXWEDANA 14 'Ê TÎRMEHÊ DIDOMÎNE'

Berxwedana Îmraliyê di vê pêvajoyê de gelekî girîng e. Hemû berxwedanên li zindana Amedê tên kirin, berxwedanên ji wê demê û vir ve hev temam dikin. Form û rêbazên berxwedanê hatin guhertin, rêbaz hatin guhertin, cih hatin guhertin, lê tu carî nakokî çênebûn. Berevajî, berxwedanên temamker derketin holê. Di vê çarçoveyê de berxwedana Îmraliyê bûye qada ku çalakiya 14 'ê Tîrmehê xurt dike, çalakiya 14 'ê Tîrmehê bi nav û deng dike û dike hêlîna pêvajoyek mezin. Berxwedana Îmraliyê; berxwedanek e ku ji bo mezinkirina çareseriyê û şerê gel ê şoreşgerî hatiye pêşxistin. Ne berxwedaneke qismî ye. Qada berxwedana Îmraliyê gelekî kûrtir e, berxwedaneke mezin a navneteweyî ye.

Hûn dikarin bîranîneke xwe ya taybet a wan rojên berxwedanê ji me re bibêjin?

Pêvajoya me ya wê demê giran bû. Pêvajoyek nakokî û pevçûnan bû. Gelek bîranînên me hebûn, ên ku em bi ser ketin an na, em li ser wê çalakiyê pir fikirîn. Mînak; dema me dest bi rojiya mirinê ya yekemîn kir, em bi Akîf Yilmaz û hevalên din re bûn. Em ji qawîşa 35’an dibirin qawîşa 36’an. Kemal Pîr û Hayrî Durmuş ên berî du rojan dest bi çalakiyê kiribû, li qawîşa 36’an bûn. Em dibirin wê derê. Di rê de efserekî Esat Oktay Yildiran jî got ev der dê ji bo Apociyan bibe gor. Hevalê Akîf nexwest zêde cidî bigire. Ji ber vê yekê bersiv neda. Her ku wî devjenî kir, hevalê Akîf got ‘em ê hemû bibînin ku ev ê ji bo kê bibe gor, dibe ku em nebînin, lê hûn ê gelekî baş bibînin.’

Gelek bîranîn hene. Bi Kemal Pîr re, bi taybetî bi hevalê Hayrî Durmuş re bîranîn hene. Kemal Pîr li hucreyê,  xîtabî her kesî dikir û gardiyan û leşkeran guhdarî dikir. Rewşeke me ya neqanûnî zêde nebû. Ji aliyê me ve her tişt zelal bû. Kemal Pîr bi dengekî bilind got; “Waa, azadî çend  xweş e.” Piştre di wê çalakiyê de dîrokên çalakiyê li gorî hejmarên plakeyên trafîkê yên bajaran hatin hejmartin. Hevalê Hayrî Durmuş digot "Divê ez destpêkê bimirim." û dûre jî got, "Eger ez şehîd im, min li Êlihê defin bikin." Di şertên wê rojê de jî ne diyar bû ka kî dê bimire, kî dê bimîne. Ev wesiyeta wî bû. Helbet ne mimkun e ku mirov ji bîr bike. Ev bîranîn divê ji bo me hemûyan bihatana jiyandin.

Erdogan di axaftina xwe ya li Amedê de got ew ê Zindana Amedê veguherînin navendeke çandê. Hema beriya salvegera berxwedana 14 'ê Tîrmehê wateya vê daxuyaniyê çi ye?

Zindana Amedê ji bo hemû gelan bîr û hafiza ye. Her wiha cihek e ku îşkence û berxwedaneke mezin a li dijî wê îfade dike. Lewma hilweşandina wê, veguherandina wê ya pirtûkxaneyê an jî bikin navend, ji mêj ve yek ji armancên burjuva, çîna desthilatdar û derdorên faşîst e. Di vir de armanc jêbirina bîranînê ye, tunekirin e. Çawa ku li Kurdistanê deverên dîrokî dişewitînin, daristanan talan dikin, dixwazin vê mala îşkenceyê ku ji bo Kurdan bîra dîrokî ye û her wiha qada berxwedanê ye, bi heman rengî hilweşînin.

‘ZINDANÊ HILWEŞÎNIN JÎ JI BÎRA GELAN NAÇE’

Dixwazin nifşên pêşerojê mîna ku li ZIndana Amedê tiştek neqewimiye, tev bigerin. Qaşo dê bikin pirtûkxane, bikin navend. Lîstikeke mezin e. Lazim e Zindana Amedê veguhere muzexaneya îşkenceyê. Divê ev bibe du beş. Li beşa yekemîn amûrên ku sembola îşkenceyê ne û rêbazên îşkenceyê werin vegotin. Her wiha divê hucre wekî xwe bên parastin û kî li kîjan hucreyê ye, divê li wir bê diyarkirin. Li aliyê din divê li dijî vê îşkenceyê berxwedaneke mezin were nîşandan û abîdeyeke berxwedanê were avakirin. Eger ev pêk were, dê li gorî wateya Zindana Amedê hin tişt bên kirin. Erdogan wê derê rûxîne jî, cihê di bîra gelê Kurdistanê de gelekî cuda ye. Ev bîr qet nayê jêbirin.

Di dawiyê de dixwazim vê yekê destnîşan bikim. Rojiya Mirinê ya Mezin a 14 'ê Tîrmehê ne çalakiyeke asayî bû. Di nava şert û mercên zehmet de çalakiyek bû ku destkeftiyên mezin bi dest xistin. Bandorên vê çalakiya bi pêşengiya hevrêyên Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çelîk û Akîf hê jî zindî ne.

Dibe ku bandorên vê çalakiyê di demeke kurt de xuya nekin, ji ber ku em di nava şert û mercên faşîzmê de ne. Em di pêvajoyeke tarî re derbas dibin. Tevgera me di vê wateyê de vekişiyabû, lê ez bawer im di demeke dirêj de dê encamên vê çalakiyê bi rengekî gelekî cuda derkevin holê. Tevger dê vê yekê li ber çavan bigire û binirxîne. Bi ya min analîza vê çalakiyê kiriye bingeha vegera li welêt. Veguheriye manîfestoya wê. Di vê wateyê de hem çalakî bi xwe mezin bû û hem jî her çar hevrêyên ku di çalakiyê de xwe feda kirin, mîrateyeke mezin a berxwedanê ji me re hişt.