'Dewleta Tirk ji bo ferzkirina hegemoniya xwe li Rojhilata Navîn çeteyan bi kar tîne'

Nivîskar û serokê edîtoriya kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk Selahedîn Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ferzkirina hegemoniya xwe li ser herêma Rojhilata Navîn çeteyên sûrî bi kar tîne.

'Dewleta Tirk ji bo ferzkirina hegemoniya xwe li Rojhilata Navîn çeteyan bi kar tîne'
13 tîrmeh, 2021   23:39
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Ji Sûriyê û Lîbyayê bigire heta bigihêje Qerebaxê û herî dawî Efganistanê, dewleta Tirk çeteyên Sûriyê dişîne gelek welatên li herêma Rojhilata Navîn da ku armancên xwe yên siyasî, leşkerî û aborî pêk bîne.

Dê hêzên Amerîkayê û yên rojavayî di Îlonê de ji Efganistanê bi giştî vekişin. Ji ber wê dewleta Tirk pêşnûmeyek pêşkêş kir ku balafirgeha Kabulê ya navneteweyî biparêze. Di vê çarçoveyê de, deweta Tirk dê çeteyên sûrî bişîne Efgansitanê bi taybet Kabulê.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi hevalbendên xwe re li ser plana vekişandina hêzên Amerîkayê ji Efganistanê di 11`ê Îlonê de li hev kir.

NATOYÊ, DEWLETA TIRK JI BO DAGIRKIRINA HERÊMÊN ROJHILATA NAVÎN ERKDAR KIRIYE

Girêdayî mijarê nivîskar û serokê edîtoriya kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk Selahedîn Muslim  got: “NATO`yê dewleta Tirk erkdar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta herêmên Kurdistanê dagir bike da ku berjewendiyên NATO`yê yên li Rojhilata Navîn pêk bîne. Lê hemû jî li gorî berjewendiyên xwe tev digerin.”

Li gorî Muslim armanca avakirina çeteyên sûrî qirkirina Kurdan li Kurdistanê bi giştî bû û wiha domand: “Lê gelê Kurd bi têkoşîna xwe hemû planên dewleta Tirk têk birin.”

Muslim diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike hegemonya xwe li ser Rojhilata Navîn ferz bike, lê ji ber krîza aborî ya li Tirkiyê nikare armanca xwe pêk bîne û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Ev daxwaza NATO`yê ye ku hem dixwaze bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê berjewendiyên xwe pêk bîne, hem jî dixwaze dewleta Tirk bi bin keve.”

Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk olê bi kar tîne, da ku fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe û ji bo pêkanîna armancên xwe li herêmê çeteyan bi kar tîne.

Nivîskar îşaret pê kir ku dewleta Tirk niha ji şandina çeteyan ber bi Efganistanê ve hewl dide armanc û berjewendiyên mezintir bi dest bixe.

Tê payîn ku şandina çeteyan di Îlona bê de dest pê bike. Istixbarata Tirkiyê wê çavdêriya erkdarkirina çeteyan bike, ji ber ku baweriya wan bi serçeteyên koman tune ye. Erka sereke ya van koman ew e ku dê parastina balafirgeha Kabulê ya navneteweyî, saziyên hikumetê û hêzên navneteweyî bikin. Li bermaberî wê dê mehane 2 hezar heta 3 hezar dolarî wergirin.  

 (şx)

ANHA