Ala berxwedêrên 14`ê Tîrmehê li zindan û çiyayên azad li ba dibe

Ala berxwedêrên 14`ê Tîrmehê li zindan û çiyayên azad li ba dibe
14 tîrmeh, 2021   00:37

KENDAL CÛDÎ

Di salvegera 39’an a berxwedana 14`ê Tîrmehê de faşîzma AKP-MHP`ê, armnacên ku darbeya 12`yê Îlonê nikaribûn pêk bîne, îro bi tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişan dixwaze pêk bîne. Lê li hemberî planên faşîzmê, bi hezaran ala berxwedanê ya 14`ê Tîrmehê bilind kirine.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi darbeya 12`yê Îlonê ya sala 1980`yî re ku Kenan Evren pê rabû, jiyan veguherî dojeheke mezin. Eger ji bo gelê Tirkiyê û kesayetên çepgir û ên muxalîf jiyana wan bû dojeh, lê ji bo Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê û pêşengên wê, ji dojehê jî wêdetir bû.

Darbeya 12`yê Îlonê çavê her kesî tirsand û rê nedida ku gel behsa mafên xwe bike û bandora leşkerî li tevahiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê serwer bû. 12`yê Îlonê peyama eşkere ya faşîzma dewleta Tirk bû, bi taybet ji Kurdan re ku ew ê her tim wan qir bike.

Li hemberî zilm û zordariyê ku bi darbeya 12`yê Îlonê gihaşt lûtkeya xwe, gelê Kurd di kesayeta PKK’ê û pêşengên wê de, xeta berxwedanê û serînetewandinê hilbijart û rêya pêşeng û rêveberên xwe wekî Seyîd Riza, Şêx Seîd, Qazî Mihemed û hwd şopand.

Di wan rojên herî dijwar de, PKK`ê li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê xebatên birêxistinkirin û têkoşînê di nava gelê Kurd de dimeşandin. Bi gotineke din, li hemberî zordariya dewleta faşîst ku li her deverê pêk dianî, tevgera azadiyê her der kiribû cihê berxwedan û têkoşînê.

Yek ji wan cihên ku berxwedan lê gihaşt lûtkeya xwe û bû rêbazeke têkoşînê û li pey xwe mîraseke mezin a berxwedanê hişt, zindana Amedê bû.  Dewleta faşîst û qirker a Tirk û faşîzma Kenan Evren, ji bo çavkaniya berxwedana tevgera azadiyê û îradeya pêşengên wê teslîm bigire, kesên wekî Esat Oktay Yıldıran şandin zindana Amedê.

Esat Oktay Yıldıran û hovên mîna wî, li zindana Amedê ji bo têkbirina vîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê rêbazên îşkenceyê yên herî hov û qirêjî li dijî wan bi kar anîn. Dewleta Tirk difikirî ku wan pêşengên PKK`ê di zindanê de bê deng kirine û nikarin êdî li ber xwe bidin. Li ser vî esasî hêvî dikirin ku dê tevgera azadiyê bi hêsanî tune bikin.

Lê Mazlûm Dogan û hevrêyên wî, xwedî cesaret û vîneke ji pola bûn û bi berxwedanê planên wan ên qirêjî ji hev xistin. Destpêkê li hemberî wehşiyeta dewleta Tirk endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê Mazlûm Dogan 21`ê Adara sala 1982`yan, bi agirê bedena xwe çirûska “Berxwedan jiyan e” pêxist.

ÇALAKIYA MEZIN; ROJIYA MIRINÊ

Piştî wê bi çend mehan, êdî ala berxwedanê ya ku Mazlûm Dogan li hemberî zilm û zordariyê rakir, Mihemed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr,  Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, bi çalakiya mezin a Rojiya Mirinê bilind kir û nehişt ala berxwedanê bikeve erdê.

14’ê Tîrmeha 1982`yan endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê Mihemed Xeyrî Durmuş di dadgeha ewlehiyê ya dewleta Tirk de li Amedê behsa îşkence û zordariya ku li wan tê kirin, dike. Mihemed Xeyrî Durmuş di 14`ê Tîrmehê de "Rojiya Mirinê" di dadgehê de radigihîne.  Bi gotina "Em bi ser ketin, em bi ser ketin" Xeyrî Durmuş çalakiyê ji hevalên xwe re radigihîne. Piştî îlankirina çalakiya mezin; Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek tev li Rojiya Mirinê  dibin.

Kadroyên pêşeng ên PKK`ê bi çalakiya Rojiya Mirinê, zindan veguherand qada berxwedanê ya sereke ya li dijî faşîzma dewleta Tirk û rejîma Kenan Evren. Dewleta Tirk gelek îşkence dikir da ku kadroyên PKK`ê yên pêşeng dev ji PKK`ê berdin.

Piştî ku çalakiya Rojiya Mirinê deng veda û ji tevahiya gelê Kurd re bû çavkaniyeke sereke ya berxwedanê û ji tunebûnê hebûn afirand, dewleta Tirk êdî dest bi rêbaza çewisandina vê berxwedanê kir. Destpêkê bi îşkenceyê xwest berxwedêrên Rojiya Mirinê çalakiya xwe bi dawî bikin, piştre bi rêbazên qirêjî û pîskolojîk xwest vîna wan têk bibin.

Pêşengê berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê Mihemed Xeyrî Durmuş di roja 55’an de tev li karwanê şehîdan bû. Beriya ku şehîd bibe, Xeyrî Durmuş ev wesiyet kiribû; "Li ser kêla gora min binivîsin; deyndarê gelê xwe ye."

Piştî Xeyrî Durmuş, roja 7’ê Îlona sala 1982’yan Kemal Pîr tev li karwanê şehîdan dibe. Ji axaftina navdar a Kemal Pîr ku digot; "Apoyê ku ez nas dikim ji tunebûnê hebûnê ava dike û ez pê bawer im ku di şert û mercên herî dijwar de derfetan diafirîne."

Roja 15`ê Îlona 1982`yan, Akîf Yilmaz li ser şopa hevreyên xwe Kemal Pîr û Xeyrî Durmuş şehîd dibe.

Berxwedêrê ciwan Alî Çîçek jî di 17`ê Îlonê de, dibe şehîdê dawiyê yê berxwedana 14`ê Tîrmehê.

Ne hêsan e ku mirov bi xwîn û bezê laşê xwe dîrokeke birûmet ji gelê xwe re binivîse. Pêşengên tevgera azadiyê bi şehadeta xwe, tevgera PKK`ê bi dawî nekir, lê berovajî mezintir û xurttir kir. Yên ku çalakiya mezin a 14`ê Tîrmehê gihand lûtkeya wê ya dawî, ne ku ji jiyanê têr bûbûn, berovajî wê ji bo ku zarokên Kurdan bibin xwedî nasname, canê xwe feda kir. Kemal Pîr dibêje; “Em ew qas ji jiyanê hez dikin ku dikarin ji bo wê canê xwe feda bikin.”

Yek ji pêşengên berxwedana 14`ê Tîrmehê Mihemed Xeyrî Durmuş têkildarî çalakiya xwe digot; "Divê dengê qîrîna vê berxwedana me ya li zindanê, dîwaran biqelêşe û derbasî derve bibe." Bi rastî jî tovên berxwedana zindana Amedê tenê di zindanê de neman, şaxên xwe li her dera ku Kurd lê bûn, vedan. Meşaleya 14`ê Tîrmehê, Pêngava 15`ê Tebaxa sala 1984`an de hilgirt û fermandarê  mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) li çiyayên Kurdistanê berxwedana 14`ê Tîrmehê, bi destpêkirina şerê çekdarî yê li dijî artêşa dewleta faşîst, zindî kir.

OCALAN: 14’Ê TÎRMEHÊ GAVEKE MEZIN BÛ

Têkildarî berxwedana mezin a 14`ê Tîrmehê rêber Abdullah Ocalan dibêje; “14’ê Tîrmehê bi rastî gaveke mezin bû. Gaveke di cih de bû. Va ye çi gav bû? Di cihekî de ku mirin ji me tê xwestin; mirov ê xwe bide, mirov ê vê biryarê bide, çiqas bi zehmetî be jî mirov ê bide û dan.

Ew biryara wan bû biryara partiyê, bû biryara gel. Dema me pêngava 15’ê Tebaxê avêt jî bêhtir me got mirov vê biryarê bimeşîne, ne biryareke biçûk e, biryareke rê dide însaniyetê, dide jiyanê, dîrokê û jiyaneke nû çêbûye. Tabî mirov ji bo vê biryarê her tiştî dike. Wexta ev biryara hevalan gihîşte me, me li vir karê xwe şidand, me kongreya duyan çêkir, me biryara xwe ya vegera li welat da, di wan rojên dijwar de li ser bîranîna wan hevalan me xwe gihande welêt. 15’ê Tebaxê û li ser vê biryarê jî sal bi sal şehîdên me dane, bûne biryar û bêhtir şer bilind bû. Wexta hevalê Egîd di 28’ê Adarê de (1986) şehîd ket, me dîsa biryar da, me got saleke din em ê refên gerîla di gelek aliyên welêt zêde bikin."

Di salvgera 39’an a berxwedana 14`ê Tîrmehê de  faşîzma AKP-MHP`ê ya bi serkêşiya Erdogan-Bahçelî, bi tecrîda giran a ku li Îmraliyê li dijî rêber Ocalan ferz kiriye, dixwaze peyamê bide ku gel û Rêbertî ji hev cuda ne. Lê çawa ku di zindana Amedê de berxwedana mezin a 14`ê Tîrmehê planên qirêjî yên faşîzma Kenan Evren têk birin, îro ew meşaleya 14`ê Tîrmehê di destê bi hezaran kadroyên PKK`ê yên di zindanên faşîzma Erdogan-Bahçelî de ye. 14`ê Tîrmeha 1982`yan ku bi 4 kadroyên pêşeng ên PKK`ê dest pê kir, di sala 2021`an de bi hezaran kadroyên PKK`ê dane ser şopa 4 pêşengên xwe.

JI 4 LEHENGAN BÛN BI HEZARAN

Ji 27'ê Mijdara 2020'î ve ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, rawestandina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û redkirina polîtîkayên dewleta Tirk ên înkarkirina gelê Kurd, bi hezaran kadroyên PKK`ê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne. Kadroyên PKK`ê li ser xwestekên xwe bi israr in û li hemberî hemû rêbazên hovane yên dewleta Tirk li ber xwe didin.

Li Avaşîn, Metîna, Zap û beriya wê jî Garê û Heftanînê, îro hevreyên Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, li hemberî êrişên tunekirinê yên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa nîşan didin. 

Êdî giyan û terzê berxwedana 14’ê Tîrmehê, ji gelê Kurd û şervanên azadiyê re, bû hêviya jiyaneke nû ya birûmet. Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê jî peyam da gelê Kurd ku serdema serîtewandin, bêhêvîbûn û teslîmiyetê êdî derbas bûye, dem hatiye ku serdemeke nû ya berxwedanê  li Kurdistanê geş bibe.

ANHA