ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-07-2021'AN
13 tîrmeh, 2021   23:00

-Şêniyên navçeya Girkê Legê bi meşekê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr tînin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê şehîdên meha Tîrmehê û berxwedêrê 14'ê Tîrmehê li hola Nadî Siyahî bi bîr tînin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi bîr tînin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêma Serêkaniyê dagir kirine ve, rojane êrişî navçeya Zirganê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji rêveberên Partiya Sûriya Pêşerojê got armanca sûcên ku li herêmê pêk tên, têkbirina israr û vîna siyasî ya gelê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Di salvegera 39’an a berxwedana 14`ê Tîrmehê de faşîzma AKP-MHP`ê, armnacên ku darbeya 12`yê Îlonê nikaribûn pêk bîne, îro bi tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişan dixwaze pêk bîne. Lê li hemberî planên faşîzmê, bi hezaran ala berxwedanê ya 14`ê Tîrmehê bilind kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser û PYD`ê revandina nûnerên xwe ji aliyê PDK`ê ve wekî helwesteke dijminane li destkeftiyên herêmê û li Rêveberiya Xweser bi nav kir. Li aliyekî din aliyên hûqûqî gotin, nabe siyasetmedar û diplomatên xwedî mafê parêzbendiyê werin girtin an jî revandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rojnamevan û nivîskar Fuat Kav diyar kir ku berxwedana rojiya mirinê ya mezin a beriya 39 salan li zindana Amedê pêk hat, ji bo gelê Kurd manîfestoyek e û got “Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê gelê Kurd ber bi şoreşê ve bir.” BI WÊNE Û DÎMEN

DOSYA

- Ji destpêka "Buhara Erebî" ve, Qeterê bi hevkariya dewleta Tirk desteka aborî, ragihandin û leşkerî û hwd dide komên terorîst. Di du salên dawî de di koşeyekê de maye ku bi piştevaniya bi terorê tê tawanankirin. Gelo rewşa Qeterê ber bi ku derê ve diçe û gelo dê ji cezayan xilas bibe? (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Îbrahîm El-Qeftan destnîşan kir çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li herêmê êdî li ser cîhanê bi giştî û herêmê bi taybet xeteriyek mezin in. El-Qeftan bang li civaka navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî li herêmê ava bikin yan jî çeteyan û malbatên wan vegerînin welatên wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îbrahîm El-Selac got: "Rûsya têkildarî diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de ne cidî ye û daxuyaniyên wê tenê lîstokekên siyasî ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîskar û serokê edîtoriya kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk Selahedîn Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ferzkirina hegemoniya xwe li ser herêma Rojhilata Navîn çeteyên sûrî bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Awazên çanda wan ew kişandin, hewestiyê hişt ku mîrasa xwe ya Kurd, Ereb, Suryan û Asûr a resen vejîne. Her wiha civandina bêhempa ya koma Harmony rastiya dewlemendî û pirrengiya çandê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îsal cotkarên herêma Cizîrê bi awayekî zêde berê xwe didin çandina garisan û bi pêşketina çandiniya wê kêfxweş in. Li herêmên derdora hawiza Firatê jî çandina wê bi şûn ketiye û ev jî ji ber kêmbûna avdanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA