Di çarçoveya çalakiyên meha çandê…şanoya"Şewitandina giyanan"

Di çarçoveya rêzeçalakiyên meha çand û hunerê ya ku Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê orgenîze kirine de, Koma Lêlonê şanoyek bi navê"Şewitandina giyanan" pêşkêş kir.

Di çarçoveya çalakiyên meha çandê…şanoya"Şewitandina giyanan"
Di çarçoveya çalakiyên meha çandê…şanoya"Şewitandina giyanan"
Di çarçoveya çalakiyên meha çandê…şanoya"Şewitandina giyanan"
10 tîrmeh, 2021   18:54
QAMIŞLO

Bi dirûşmeya"Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û bi ser bikevin" Koma Lêlonê ya Şano, şanoyek bi navê"Şewitandina giyanan" pêşkêş kir. Di şanoyê de îşaret bi xewna vegera li bajarê Efrînê ya dagirkirî hate kirin.

Şano ji derhênerî û nivîsandina Ednan Mistefa û Raperîn Hesen e, şano îşaretê bi azara koçberan li kampan dike, her wiha îşaretê bi azara ku bajarê Efrînê pê re rû bi rû maye dike, jê siyaseta koçberkirina bi darê zorê û guhartina demografiyê ya ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêk tîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Mîhrîcana Yekta Herekol a dewreya 5’an de ku 3`yê Nîsana îsal li dar ket, vê şanoyê xelata baştirîn nivîsên şanoyê wergirt.

Sibe li Qamişlo ji çalakiyên meha çand û hunerê fîlmeke sînema li hola Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê tê pêşkêşkirin.

(eh)

ANHA