Li Şehbayê roja yekemîn a Mîhrîcana Xwendekaran dest pê kir

Bi beşdariya bi dehan xwendekarên herêma Efrînê îro 2`yemîn Mîhrîcana Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê li stada bajarokê Babinsê yê kantona Şehbayê dest pê kir.

Li Şehbayê roja yekemîn a Mîhrîcana Xwendekaran dest pê kir
Li Şehbayê roja yekemîn a Mîhrîcana Xwendekaran dest pê kir
Li Şehbayê roja yekemîn a Mîhrîcana Xwendekaran dest pê kir
Li Şehbayê roja yekemîn a Mîhrîcana Xwendekaran dest pê kir
Li Şehbayê roja yekemîn a Mîhrîcana Xwendekaran dest pê kir
Li Şehbayê roja yekemîn a Mîhrîcana Xwendekaran dest pê kir
10 tîrmeh, 2021   17:22
NAVENAD NÛÇEYAN

Bi dirûşmeya "Ji Berxwedana Serdemê ber bi têkoşîna bazên zagrosê" îro 2`yemîn Mîhrîcana Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê dest pê kir. Ev mîhrîcana salane li dar dikeve, mîhrîcaneke werzîşî, hunerî û çandê ye. Bi dehan xwendekarên astên amadehî û navîn tev lê dibin.

Di destpêka mîhrîcanê de endamê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê Ehmed Hesen axivî û îşaret pê kir ku di pêvajoya şoreşan de ciwanan civak bi rê ve dibirin. Her wiha bal kişand ser şerê taybet ê ku dewletên kapîtalîst li dijî ciwanan didin meşandin kir û got ew armanc dikin ciwanan ji çand û şoreşa wan dûr bixin..

Hesen piştrast kir ku lidarxistina mîhrîcanê li gel dorpêça li ser herêmê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve û topbarankriina herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bersîva wan e ku berxwedana şêniyên Efrînê li dijî dagirkeriyê berdewam e.  .

Piştî bidawîbûna axaftinan maçek volybollê di navbera tîmên jinan ên paymengehê û Til Qirahê li dar ket. Maş bi serkeftina tîma paymengehê bi encamê 2-0 bi daw bû.

Paşê maçek futbolê di navbera tîma dibistana Til Qirah û tîma dibistana Kampa Berxwdan a mêran de li dar ket û bi serketina tîma Kampa Berxwedan bi encamp 7-2 bi dawî bû.

Dûvre rêzemaçên şatrenc û kişandina werîsê, bazdana 100 metreyî û gelek lîstikên din li dar ketin.

Mîhrîcanê sibê dê li hola Mîtan a li navçeya Ehdasê  ya kantona Şehbayê bi pêşkêşkirina berhemên hunerî û çandê berdewam bike.

(eh)