Nasnameya gerîlayekî HPG’ê li Hesekê hat ragihandin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê nasnameya gerîlayê HPG`ê Osman Ebdulwehab (Çiya Zagros) ku dema li çiyayê Kurdistanê de li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe da û gihaşt asta şehadetê, ragihand.

Nasnameya gerîlayekî HPG’ê li Hesekê hat ragihandin
Nasnameya gerîlayekî HPG’ê li Hesekê hat ragihandin
Nasnameya gerîlayekî HPG’ê li Hesekê hat ragihandin
Nasnameya gerîlayekî HPG’ê li Hesekê hat ragihandin
Nasnameya gerîlayekî HPG’ê li Hesekê hat ragihandin
Nasnameya gerîlayekî HPG’ê li Hesekê hat ragihandin
Nasnameya gerîlayekî HPG’ê li Hesekê hat ragihandin
Nasnameya gerîlayekî HPG’ê li Hesekê hat ragihandin
10 tîrmeh, 2021   19:08
HESEKÊ

Merasîm li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê, bi beşdariya endamên saziyên sivîl, leşkerî û malbata şehîd li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/07/10/183250_fyan-brytan.webp

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, hemwextê wê jî şervanên YPJ û YPG`ê toreneke leşkerî pêşkêş kir. Paşê li ser navê hêzên leşkerî  ji fermandarên YPJ`ê Viyan Bêrîtan axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest, her wiha îşaret bi berxwedana ku şehîd Çiya li çiyayên Kurdistanê daye meşandin û gihaşt asta şehadetê kir.

/ar/uploads/files/2021/07/10/183230_sltanh-sayd.webp

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Siltane Seîd axivî û got: "Ji me tevan tê xwestin ku li dijî dagirkeriyê bibin yek û planên wê yên dagirkirina xakê û şikandina vîna gelê azad têk bibin."

Di dawiyê de axêveran soza şopandina rêya şehîd Çiya û hemû şehîdên azadiyê yên ku di rêya azadiya gel û xaka xwe de canê xwe feda kirine, da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed nasnameya şehîd Çiya xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi sloganên"Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)