Hêzên Ewlekariyê Nivîsgeha Têkiliyên Eşîreyan li Hesekê vekir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Hesekê nivîsgeha têkiliyên eşîreyên herêma Cizîrê şaxê Hesekê vekir. Armanc jê ku xizmeta şêniyan bikin û pirsgirêkên wan bi rêbazên aştiyane çareser bike.

Hêzên Ewlekariyê Nivîsgeha Têkiliyên Eşîreyan li Hesekê vekir
10 tîrmeh, 2021   12:57
HESEKÊ

Piştî destwerdanên derve li herêmê û hewldanên têkbirina aramiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro nivîsgeha Têkiliyên Eşîreyên herêma Cizîrê şaxê Hesekê, vekir.

Bi dehan şêx, rûspiyên eşîreyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û  rêveberên nivîsgeha Têkiliyên Eşîreyan a herêma Cizîrê de, beşdarî vekirina nivîsgehê bûn.

Deriyê nivîsgehê ji aliyê şêxê eşîreya El-Cibûr Fewaz El-Zobei ve hate vekirin. Paşê ji rêveberên Nivîsgeha Têkiliyên Eşîreyan Dewran El-Haşimî axivî.

Dewran El-Haşimî destnîşan kir ku armanc ji vekirina nivîsgehê ew e ku balê bikşînin ser dozên civakê û pirsgirêkên wê, her wiha çareserkirina wan bi rêbazên aştiyane û destekê bidin xurtkirina ewlehî û aramiya li herêmê û barê hêzên ewlehiyê û edaletê sivik bikin.

El-Haşimî diyar kir ku ji erkên nivîsgehê zanekirina civakê, sekandina li hember şerê çapemenî ku di odeyên tarî de ji aliyê dewletên derdor ve têne kirin.

Dewran El-Haşimî got gelên herêmê biratî û hevgirtî ne û di dawiyê de piştrast kir ku endamên nivîsgehê nûnertiya dengê gel bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Paşê bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê Şêrwan Mihemed ev tişt anî ziman: "Parastina ewlehî û aramiya herêmê ji me tê xwestin. Me dît ku vekirina vê nivîsgehê dê pirsgirêkên hemû beşan çareser bike û ew jî erkeke me ya girîng e."

Şêrwan wiha domand: "Komîteya pêşwazîkirina gel û nirxandina pirsgirêkên wan, her wiha çareserkirina wan hate avakirin. Ji ber ev dever cihê her kesî ye û em ji şêx û rûspiyan re dibêjin ku baweriya fermandariyê bi we tê."

'DIVÊ RÊVEBERÎ Û GELÊN HERÊMÊ YEK DEST BIN'

Her wiha Serokê Meclisa Qebîleya El-Cibûr Fewaz El-Zobei spasiya Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ji bo baweriya ku dane eşîreyan da ku bibin kilîta têkiliya di navbera şênî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de.

Nivîsgeha Têkiliyên Eşîreyên herêma Cizîrê şaxê Hesekê ji aliyê 4 şêx û rûspiyên eşîreyên herêmê tê birêvebirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CBDpbPhUYO4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>