Li Kobanê bi sedan kesî ji qetilkirina jinan re gotin "Na"

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi meşekê sûcên li dijî jinan şermezar kirin.

Li Kobanê bi sedan kesî ji qetilkirina jinan re gotin "Na"
10 tîrmeh, 2021   13:07
KOBANÊ

Bi pêşengtiya Kongreya Star a navçeya Sirînê, bi sedan şêniyên kantona Kobanê, di nav de endamên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û PYD'ê daketin qadan û qetlkirina jinan şermezar kir.

Meş ji deriyê ketina navçeya Sirînê dest pê kir û derbasî navenda navçeyê bû. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Qatilên jinan bê hesab namînin" hatin vekirin û diruşmeyên banga azadiya jinan hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Şaredariya Gel a Sirînê rawestiya û ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Sirînê Nuha Hesan axivî, qetilkirina jinan bi navê "Namûsê" şermezar kir û got: "Wehiş ji van sûcan şerm dikin. Di hefteyekê de du zarok hatin qetilkirin. Di ol de ev kiryar nayên qebûlkirin."

Nuha Hesan di dawiyê de got: "Di şerê ku li Sûriyê rû dide de, jin hedefa yekemîn e."

Piştre, Seroka Desteya Jinê ya Herêma Firatê Feryaz Berkel bal kişand ser destkeftiyên jinan di şoreşa 19'ê Tîrmehê de û wiha got: "Hûn dizanin û tevahî cîhan dizane ku jinan di şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava de serkeftinên mezin bi dest xistin. Em vê dîrokî li tevahî jinan pîroz dikin."

Feryaz destnîşan kir ku dijmin rasterast jinan dikin  hedef da ku vîn û îsrara wan a di berxwedan û pêkanîna guhertinên erênî di civakî de têk bibin.

Seroka Desteya Jinê ya Herêma Firatê Feryaz Berkel di dawiyê de got: "Ji bo tevna civakî ya xurt were parastin hevgirtin û yekitî pêwîst e, da ku bighêjin sûriyeke nenavendî ya pirrengî."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tAKBoCaIcXg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>