Nûnerên Rêveberiya Xweser bi rûspî û rewşenbîrên Kobanê re civiya

Nûnerên Rêveberiya Xweser ên herêma Firatê civînek bi rewşenbîr û rûspiyên Kobanê re li dar xist da ku nêrînên wan û daxwazên şêniyên herêmê guhdar bikin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser bi rûspî û rewşenbîrên Kobanê re civiya
10 tîrmeh, 2021   12:36
KOBANÊ

Bi tevlêbûna dehan rewşenbîr û rûspiyan, Meclisa Rêveber a Herêma Firatê li mêvanxaneya Bozan Muxtar a Kobanê civîneke berfireh li dar xist. Da ku nêrîn û daxwazên şêniyan guhdar bike û çareseriyan ji bo pirsgirêkan peyda bike.

Di civînê de, Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed der barê rewşa li herêmê û daxwazên şêniyan û pirsgirêkên ku divê werin çareserkirin de axivî.

Ehmed di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de aliyên derve mudaxeleyî herêmê dikin, mîna ku hikumeta Şamê li Minbicê kiriye û destê dewleta Tirk jî tê de hebû.

Ehmed wiha domand: “Gelek hewldan tên kirin ji bo ku deriyê Til Koçer were vekirin, lê ev hewldan ji aliyê hinek dewletan ve tê astengkirin. Ji ber ku dixwazin ewlehiya li herêmê têk bibin.”

Paşê rewşa ku herêm tê re derbas dibe bi taybet rewşa aborî nexasim ku ev 10 sal in alozî berdewam e hat gotubêjkirin.

Di dawiya civînê de beşdaran soza berdewamkirina kar li ser bineha hevgirtinê û sekna li hemberî astengiyan da.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JTRicYS8MQ8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>