ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-07-2021'AN
5 tîrmeh, 2021   23:00

-Rûsyayê ragihand ku wê û dewleta Tirk li ser avakirina herêmekê li Idlibê ku tu hebûneke leşkerî tê de tune be, li hev kiriye. Vê mijarê û rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek pirs der barê armancên wê lihevkirinê de derxistin holê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkildarî dergeh û makanîzmeya derbaskirina alîkariyan a ku dê çend rojên pêş li ser werin nîqaşkirin nîqaşên germ hene, lê di navbera bazirganiyên navneteweyî de azarên sûriyan zêde dibin. Bi wê re muxalifan hişyarî li ser pêkanîna karesateke mirovî da, heke dergeha Til Koçerê neyê vekirin. Li aliyekî din jî nûnertiya MSD’ê ya li Washingtonê got Rûsya li pêş ezmûneke stratejîk e ku dê xwesteka wê ya dîtina çareseriyê ji krîza Sûriyê re diyar bike yan na? (BI WÊNE).

- Hikumeta Şamê ambargoya ku li kantona Şehbayê ferz kiriye, didomîne, ji ber vê yekê azarên koçberên Efrînê yên di kampan de û xaniyên nîv kavilkirî de zêde dibin, nemaze ku roj bi roj pileya germê zêde dibe û derman û pêwîstiyên tenduristiyê tunene. (BI WÊNE).

- Helbestvan û nivîskar Ebûd Mexso banga piştevaniya komxebata KNK- Rojava ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kurdistanê û hewldanên derxistina şerekî navxweyî kir û got: "Lidarxistina komxebatê gaveke pîroz e, divê tevahî hêz  berpiryartiyên xwe yên dîrokî bi cih bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Ekrem Hiso got dewleta Tirk a dagirker dê di civîna Astanayê ya 16’an de tawîzên mezin bide hikumeta Şamê, Îran û Rûsyayê da ku dergeha Til Koçerê girtî bimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar Hisên El-Elî destnîşan kir ku Ebdulhekîm Beşar bi daxuyaniyên xwe dagirkeriyê rewa dike û diyar kir ku ew bûne amûr û berjewendiyên dagirkeriya Tirk pêk tînin. Her wiha bang li ENKS`ê kir ku helwesta xwe ya li hemberî wan daxuyaniyan diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Lêkolînerê siyasî Hisên Umer da zanîn,’’Piştî şerê Zapê dewleta Tirk planên xwe bi temamî guhart. Eger ne ji PDK`ê bûya, dewleta Tirk nedikarî stratejiyên xwe li Başûr pêk bîne.’’ (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li dijî vîna gelê Rojava disekine û divê vê siyaseta biguherîne û astengiyên ku li pêşiya şandeyên dîplomatîk rake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên Meclisa Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê banga hesbxwestinê ji qatilên zaroka bi navê Îda El-Seîdo kir û got, divê rê li pêşiya mîna van sûcên neexlaqî bê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Weşanxaneya Ava pirtûka bi navê "Navdarên Kurd" a daneriya Behcet Ehmed û Narîn Umer çap kir. Pirtûk behsa jiyana 24 wêjevanên Kurd ên jin dike ku di wêjeya kurdî û wêjeya rojhilatî û ya cîhanî de xwedî roleke girîng in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA