Balafirên keşfê li ser gundên rojavayê Girê Spî digerin

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser gundên rojavayê Girê Spî digerin.

Balafirên keşfê li ser gundên rojavayê Girê Spî digerin
5 tîrmeh, 2021   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

4 balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser gundên rojavayê Girê Spî digerin.

Beriya du rojan gundên rojavayê Girê Spî bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin. Di topbaranê de sivîlek birîndar bû û leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin. Her wiha ziyanên madî gihiştin mal û milkên şêniyan.

ANHA