ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-06-2021'AN‎

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-06-2021'AN‎
21 hezîran, 2021   23:00

‎- Rewşenbîrên navçeya Girkê Legê diyar kir ku dewleta Tirk a ‎dagirker ji êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê armanc dike ‎destkeftiyên gelê Kurd li Kurdistanê bi giştî tune bike. Her wiha ‎destnîşan kir ku divê PDK komkujiyên ku li dijî gelê Kurd ji bîr neke, ‎ji ber ku dîrok dê wê efû neke. (BI WÊNE Û DÎMEN).‎

‎- Rûspiyê eşîra El-Bû Esaf a Kantona Girê Spî bang li gel ku qada ‎hundirîn xurt bikin, hişyar bin û li hemberî kesên hewldana ‎pêkanîna komployan dikin tedbîran bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).‎

‎- Hevseroka Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê diyar kir ku ‎dagirkeriya Tirk û çeteyên wê stasyona Elok tenê di qada ‎ragihandinê de dixebitînin ne ku di pratîkê de dixebitîne  û ‎dubarekirina bangên wan ên ji rêxistinan, Koalîsyona Navneteweyî û ‎garantorê rûsî re ya têkildarî çareserkirina rewşa stasyona Elok re bê ‎bersiv dimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).‎

‎- Rewşenbîrên herêma Cizîrê têkildarî revandina nûnerên PYD`ê û ‎Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK`ê ve, da zanîn ku ev yek cihê fikaran ‎e û divê PDK li xwe vegere. Her wiha li ser heman mijarê P.D.K.S’ê ‎daxuyanî neda ajansa me. (BI WÊNE Û DÎMEN).‎

KURDISTAN

‎- Niyaz Hamîd anî ziman ku PDK`ê bi rêya kontra gerîla dixwaze ‎gerîla reş bike ku gel piştgiriya gerîlayan neke. Hamîd destnîşan kir ‎ku heger PDK’ê şaştiya êrişan li dijî gerîlayên PKK'ê bike wê şeklê ‎xwe yê mayî tune bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).‎

JIN

‎- Dayika Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hate qetilkirin, ‎got “Keça min her tim bi têkoşîna xwe ve girêdayî bû, ez pê serbilind ‎im.” (BI WÊNE Û DÎMEN).‎

‎- Jinên Dêrazorê diyar kirin ku hêzên cîhanê û Tirkiyê naxwazin ‎aloziyên li Rojhilata Navîn çareser bibin ji ber vê yekê tecrîda li ser ‎rêber Abdullah Ocalan girantir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).‎

‎- Selikekê li ser milê xwe radike, li erda xwe ya bi cureyên sebzeyan ‎hatiye çandin, digere û sebzeyên gihandî radike da ku hewcedariyên ‎malbata xwe bi cih bike û hilberînê herêmî jî li bazarê bi cih bike. (BI ‎WÊNE Û DÎMEN).‎

‎-Meclisa Jinan a Minbicê têkildarî qetilkirina endama HDP'ê ya ‎Îzmîrê Denîz Poyraz daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û ‎DÎMEN).‎

‎-Bi boneya salvegera yekemîn a komkujiya Helincê, Koordînasyona ‎Kongreya Star a Kobanê mûman li ser gorên şehîdên komkujiyê pê ‎dixe, saet 19:00'an (BI WÊNE Û DÎMEN).‎

POLÎTÎKA

‎- Muxalifê sûrî Semîr Ezam anî ziman ku banga "Îtîlafa Stenbolê" a li ‎dewleta Tirk ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike ne nû ye, lê ji ‎kurahiya baweriya wê ye û got: "Îtîlafa li Stenbolê û komên wê yên ‎terorîst ji bo pêkanîna berejewendiyên dewleta Tirk li Sûriyê, Lîbya, ‎Azerbeycanê û Başûrê Kurdistanê bûn çete û cihê wan di pêşeroja ‎Sûriyê de tune ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).‎

‎-Endamê rêveber ê PYD`ê şaxê Şedadê got revandina nûnerên PYD û ‎Rêveberiya Xweser ji aliyê hêzên PDK`ê ve li Hewlêrê berjewendî, ‎siyasetên dewleta Tirk a dagirker û ajandeyên wê yên li dijî projeya ‎neteweya demokratîk pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).‎

CIVAK Û JIYAN

Çavdêrê projeya hingaran got di salên borî de bi rêya projeyên ‎herêmî gelek encamên erênî bi dest xisitn, berhemên van projeyan ‎daxistin sûkên Til Temir û Hesekê. Her wiha bang li şêniyan kir ku ‎sûdê ji van tecrubeyan bigirin û pişta xwe bidin projeyên herêmî. (BI ‎WÊNE Û DÎMEN).‎

ANHA