​​​​​​​Rêveberiya dergeha Sêmalka: Divê desthilatên dergeha Fîşxabûr biryarên nû betal bikin

Rêveberiya dergeha Sêmalka biryarên tacîzî yên desthilatên PDK’ê ku dergeha Fîşxabûr bi rê ve dibin şermezar kirin û bang li desthilatên berpirs kir ku biryarên tacîzî yên li dijî welatiyan ku biryarên derqanûnî ne betal bikin.

​​​​​​​Rêveberiya dergeha Sêmalka: Divê desthilatên dergeha Fîşxabûr biryarên nû betal bikin
21 hezîran, 2021   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî vê yekê Rêveberiya Dergeha Sêmalka daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Em reftar û biryarên tacîzî yên ji hêla desthilatên PDK’ê ve ku dergeha Fîşxabûr a Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibin şermezar dikin. Ji ber desthilatan biryarên li derqanûnî dane, ji van biryar û reftaran:

1-Daxwazek ji bo şandina formekê ku tê de tevahî agahiyên rêwiyan heye ku ew jî formeke îstîxbaratî ye, her wiha divê rêwiyên ji nexweş û bûk û zavan 48’an li bendê be heta erêkirina derbasbûna ji Başûrê Kurdistanê re wergire, lê di rastiyê de pêwîstiya erêkirinê bi 4 rojan heye. Piranî rêwî jî rewşên wan taybet û lez in ku divê derbas bibin, mîna nexweşên penceşêrê ku li wir tên dermankirin, her wiha bûk û zava ku divê ji bo hevpeyvînê biçin balyozxaneyên biyanî. Hin rêwî ji herêmên dûr tên, mîna herêmên Kobanê û Şehbayê bi wê re neçar in ku li Qamişlo li benda erêkirina derbasbûnê bimînin.

2-Danûstandina bi rêwiyan re derexlaqî ye, tên lêpirsînkirin û bi saetên dirêj li dergeha Fîşxabûrê dimînin.

3-Birîndarên ku ji bo dermankirinê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê di danûstandineke dermirovî re ji hêla îstîxbaratê ve derbas dibin.

4-Rewşên lezîn ku berê derbasî başûrê dibûn hatin redkirin, heke formayeyeke giştî ya agahiyên xwe nedin Fîşxabûrê.

Ji ber van reftar û biryarên neqebûlkirî li dijî rêwî, birîndar û şandeyan em van biryarên şermezar dikin û bang li desthilatên Fîşxabûr dikin ku van biryarên bêserûber betal bikin.

Her wiha bang li berpirsên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi lez van reftar û biryarên tacîzî yên li dijî welatiyan ku biryarên derqanûnî rawestînin."

Rêveberiya dergeha Sêmalka da zanîn ku kesên niştecihên ewropî dikarin tenê roja çarşemê, 23.06.2021 derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.