Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên El-Cat û Hûşeriyê yên Minbicê topbaran dike.

Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran dike
22 hezîran, 2021   06:00
MINBIC

Navenda ragihandinê ya Mecilsa Mibicê ya Leşkerî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku gundê Qîratê yê li bakur-rojhilatê bajarê Minbicê bi cih bûne, di van kêliyan de bi çekên sivik, navîn û giran gundên El-Cat û Hûşeriyê dike armanc.

Êriş berdewam e û agahiyên berfireh wê piştr werin...

ANHA