Rewşenbîr: Divê PDK li xwe vegere û partiyên siyasî jî ji bo berjewendiyên gel bixebitin

Rewşenbîrên herêma Cizîrê têkildarî revandina nûnerên PYD`ê û Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK`ê ve, da zanîn ku ev yek cihê fikaran e û divê PDK li xwe vegere. Her wiha li ser heman mijarê P.D.K.S’ê daxuyanî neda ajansa me.

Rewşenbîr: Divê PDK li xwe vegere û partiyên siyasî jî ji bo berjewendiyên gel bixebitin
22 hezîran, 2021   05:47
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di demeke ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewldanên qirkirin û dagirkirina xaka Kurdan dewam dikin de, PDK`ê di 10`ê Hezîranê de nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûr, revandin û heta niha tu agahî jê tune ne.

Têkildarî mijarê endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Deham Amo diyar kir ku cihê mixabiniyê ye ku PDK`ê Kurdên ji Rojava direvîne û dîl digire, tenê ji ber ku nûnertiya PYD`ê û Rêveberiya Xweser dikin û got: "Başûr cihê baweriyê bû ku rojekê ji rojan alîkariya Kurdan bike, ne ku Kurdan birevîne."

Amo da zanîn ku ev bûyera ku ji aliyê PDK`ê ve hatiye kirin, di demeke gelekî hesas de ye ku dagirkeriya Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û hewl dide xaka Başûr dagir bike û wiha got: "Gerîla berevaniyê dike, lê mixabin kiryarên PDK`ê xerabiyê dixe nava Kurdan. Hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re rê li ber yekitiya neteweyî digire."

Amo da xuyakirin ku ew bi hêvî ne ku hikumeta Başûrê Kurdistanê destê xwe ji destê dewleta Tirk derxe û daxwaza derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Başûr bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bi hêvî ne nûnerên ku hatine girtin, bên berdan. Wan nûneran tiştek ji derveyî qanûnên hikumeta Başûr nekirine ku bên bigirin. Divê PDK alîkariya PKK`ê bike da ku  dagirkeriya Tirk dûrî xaka Başûr bikin."

P.D.K.S’ê DAXUYANÎ NEDA

Têkildarî mijarê, nûçegihanên me serdana nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê (P.D.K.S) a li bajarê Qamişloyê kir da ku nêrîna endamên partiyê der barê girtina nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser de bigire, lê mixabin P.D.K.S’ê daxuyanî neda.

Li aliyekî din endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm jî revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê li Başûr bi mixabiniyê wesif kir û wiha got: "Ev yek cihê lêpirsînê ye, divê PDK û birêz Mesûd Barzanî li xwe vegerin ku çima li dijî Kurdên xwe derdikevin û alîkariya dijminê xwe dikin."

Li ser nedayîna daxuyaniyê ji aliyê partiyên siyasî ve têkildarî mijara revandin nûneran û girtina wan jî Leyla Îbrahîm wiha got: "Divê partiyên me yên siyasî ne tenê li berjewendiyên xwe bigerin, divê li berjewendiyên miletê xwe bigerin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RyiVt9o09kA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>