ꞌJi bo çareserkirina pirsgirêkan hevgitin baştirîn çareserî yeꞌ

Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarê wê bi rûspî û şêxên eşîran re civiyan û li ser geşedanên dawî yên li herêmê nîqaş kirin.

ꞌJi bo çareserkirina pirsgirêkan hevgitin baştirîn çareserî yeꞌ
21 hezîran, 2021   14:56
MINBIC

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê, hejmareke ji şêx û rûspiyên eşîran ên Minbicê û serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê beşdaran geşedanên dawî yên li herêmê, nexasim bûyerên vê dawiyê li Minbicê qewimîn nirxandin.

Her wiha di mijara çawaniya çareserkirina pirsgirêkan nêrînên xwe parve kirin û diyar kirin ku hevgirtin rêya tekane ya çareserkirina pirsgirêkan û sekna li hemberî hewldanên derxistina fitneyan e.

Di dawiya civînê de fermandarên Meclisa Leşkerî, Rêveberiya Sivîl, rûspî û şêxên eşîran amadekariya xwe ya ji bo çareserkirina doza ku pê re rû bi rû dimînin, nîşan da.

(eh)

ANHA