Di roja dawî ya çalakiya kon de banga yekitiya neteweyî hate kirin

Çalakiyên konê yên li Kobanê yên ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan di roja 3'yemîn de bi dawî bûn. Di çalakiyê de banga yekitiya neteweyî li partiyên kurdî hate kirin.

Di roja dawî ya çalakiya kon de banga yekitiya neteweyî hate kirin
21 hezîran, 2021   15:20
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê di 19’ê vê Hezîranê de konê berxwedanê bi diruşma "Werin cenga azadiyê" li Qada Şehîd Egîd a Kobanê veda. Kon ji bo piştevaniya berxwedana gerîlayan a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hate vedan û di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Di roja yekemîn û duyemîn de şêniyên kantona Kobanê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û partiyên siyasî yên kantonê serdana kon kirin.

Di roja sêyemîn de gelek nûnerên desteyan, Kongreya Star, Meclisa Malbtên Şehîdan, Meclisa Kantona Kobanê, partiyên siyasî, HPC’ê û TEV-DEM’ê beşdarî çalakiya konvedanê bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclisa Navçeya Kobanê Osman Îsmaîl axivî û şer û êrişên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wî şermezar kirin û got: "Ev şer bi armanca qirkirina gelê Kurd e, ji ber dijmin dixwaze Tevgera Rizgariya Kurdistanê îmha bike."

Îsmaîl wiha domand: "Bi saya hêzên me yên fedekar em îro li hember dijmin disekinin. Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şer û êrişên li dijî tevahî gelê Kurd in."

Osman Îsamîl banga hevgirtin û yekitiyê li gelê Kurd kir.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Rodîn Yûsif qetilkirina endama HDP’ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz şermezar kir û wiha got: "Qetilkirina jinan di Hezîranê de ne tesaduf e, lê belê dewleta Tirk a dagirker çiqas van sûcan pêk bîne, em ê parastina mafên xwe û mafên jinên ku hatine qetilkirin, bikin û bi navê Rêveberiya Xweser em careke din çalakiya konê berxwedanê silav dikin."

Ev çalakî ji rêzeçalakiyên ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên ji bo piştevaniya gerîlayan li dar dixe, ye. Tê payîn ku di rojên pêş de çalakiyên cur bi cur li dar kevin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PgdFyNZYcxw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>