Şêx û rûspiyên Girê Spî piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û QSD'ê re nîşan dan

Şêx û rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî di civînekê de piştgiriya xwe ji QSD’ê û Rêveberiya Xweser re nîşan dan.

Şêx û rûspiyên Girê Spî piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û QSD'ê re nîşan dan
21 hezîran, 2021   14:50
EYN ÎSA

Bi armanca nirxandina geşedanên siyasî û leşkerî li herêmên û guhdarkirina nêrînên gel, Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî bi şêx û rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî re civiya,

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid rewşa siyasî nirxandin û got divê şênî li dora Rêveberiya Xweser bicivin û ji hewldanên derxistina fitneyan hişyar bin û li hemberê bisekinin.

El-Ebid got, dê tevahî xizmetguzariyên bingehîn li herêmê dabîn bikin û wiha domand: "Li herêmê hin kêmasiyên xizmetguzarî hene, ew jî ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî kantonê û navçeya Eyn Îsayê ye. Lê em ê tevahî astengiyan derbas bikin û pêwistiyên sereke av, kehrebe dabîn bikin û piştgiriya çandiniyê bikin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef axivî û got ku ew amade ne bersiva tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi armanca dagirkirina herêmên din bidin.

El-Xelef behsa rewşa siyasî yên li qada Sûriyê û bandora wê li ser rewşa leşkerî kir û da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide sûdê ji rewşa li Sûriyê bigire û destkeftiyan li eniyên Eyn Îsayê pêk bîne û diyar kir ku  hevgirtina şêniyan û piştgiriya ji hêzên leşkerî re dê tevahî planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk têk bibin.

El-Xelef di dawiyê de got dê berxwedanê heta rizgarkirina tevahî xakên dagirkirî bidomînin.

Rûspiyan jî anîn ziman ku piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD'ê dikin û ji rêveberiyê xwest ku piştevaniya beşên zindî mîna çandiniyê bikin da ku reşwa aborî xurt bike.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kOeILou5TtA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>