HPG’ê li Avaşînê li dagirkeran da

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Avaşînê li dagirkeran da. Di çalakiyên gerîla de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

HPG’ê li Avaşînê li dagirkeran da
21 hezîran, 2021   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de daxuyaniyek da. HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî dan:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Avaşînê;

 Di 20’ê Hezîranê de saet di 09.30’an de li Qada Kîlîse ya Avaşînê dema dagirker hatine ba hev, li wan hate xistin. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de kamerayeke mobese û dûrbîneke teleskop jî hatin îmhakirin.

Di 20’ê Hezîranê de saet di 16.30’an de li berpalên Çarçella ya Avaşînê bi çekên giran li 3 kepçe û wesayîteke hate xistin. Kepçe û wesayîtê dixwest ji bo dagirkeriyê rêya leşkerî çêke. Derbeke xurt li kepçeyekê hate xistin û xebata çêkirina rêyan hate sekinandin.

Li Avaşîn û Metînayê helîkopter geriyane û ev qad hatine bomberdûmankirin.

Di 19 û 20’ê Hezîranê de tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaînê bi teqemenî û helîkopterên êrişê hatine bomberdûmankirin.

Di 20’ê Hezîranê de saet di navbera 21.30 û 00.00’an de li ser xeta Qaşûra ya Metînayê helîkopter geriyane.

Di 20’ê Hezîranê de saet di navbera 21.00 û 23.00’an de dagirkeran hêzên xwe yên li qadên Mervanos û Banista ya Avaşînê bi helîkopteran guherandine.

Di 21’ê Hezîranê de saet di 03.00 û 03.30’an  de balefirên şer 4 caran qada Girê Sor a Avaşînê bomberdûman kirine.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”