Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 200 moşekan gelek bajarokên li başûrê Idlibê topbaran kirin. Di encamê de, kuştî û birîndar çêbûn. Li aliyekî din leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Hemayê hat kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kirin
21 hezîran, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê topbarana li dijî "herêmên bêçek" didomîne. Hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 200 moşekan başûrê Idlibê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Meşon, Barê, Ihsim, Binîn, Filêfil, Fitêra, Kensefra, Sefhon, El-Mozre, Kerferewîd û gelek herêmên din li başûrê Idlibê hedef girtin. Di encamê de gelek zirarên canî çêbûn.

Di encama topbarana Barê de herî kêm 2 sivîl hatin kuştin û birîndar çêbûn û li Ihsimê jî navenda polîsan yekser kirin armanc û di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve, çeteyên dewleta Tirk eniyên Sehl Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê kir hedef û di encamê de esfrekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

(dm)