Mertalên Zindî daxuyaniyek çapemeniyê dan

Ciwanên Başûrê Kudistanê ku ji bo li dijî êrişên dagirerkiya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê xwestin biçin Qendîlê û çalakiya `Mertalên Zindî` li dar bixin, ji aliyê asayîşa Sengeserê ve hate astengkirin, ciwanan li wir daxuyaniya çapemeniyê da. 

Mertalên Zindî daxuyaniyek çapemeniyê dan
21 hezîran, 2021   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê didomîn, xwestin îro li Qendîlê çalakiya “Mertalên Zindî” bidin destpêkirin.

Ji bo vê yekê komên ciwanan ji serê sibehê ve berê xwe dan Qendîlê. Her wiha gelek welatî jî bi armanca destekdayînê derketin rê. Lê li seytereya dawî ya li bajaroka Sengeser hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanan jî, rêya ciwanan nehat vekirin.

Ciwanan li seytereya Sengeser daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Ciwanê bi navê Karwan Kelarî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Me xwest dijî dagirkeriya dewleta Tirk biçîn Qendîlê û dest bi çalakiya mertalên zindî bikin. Lê asayîş rê neda. Em vê helwesta asayîşê şermezar dikin, em ê bi tu awayekî li hemberî dagirkeriya Tirk û êrişan bêdeng nemînin."

Kelarî di dawiyê de bang li hemû ciwanên Kurdistanê û dervey welat kir ku tevlî pêngava ‘Cenga Azadiyê’ bibin.

Piştî daxuyaniyê endamên Şandeya Aştiyê ku ji bo destekdayînê tevlî çalakiyê bibûn jî, axivîn û piştgiriya xwe anîn ziman.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xAUQExBo0l8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>