​​​​​​​Dagirkeriya Tirk êrişên xwe didomîne, şervan bersiv didin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro ji saet 10`an ve êrişî gundewarên Girê Spî ku ji sivîlan dagirtî, dike. Şevanên Meclisa Girê Spî ya Leşkerî jî di çaroveya parastina rewa de bersiv da êrişan, kuştî û birîndarên dagirkeran hene.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk êrişên xwe didomîne, şervan bersiv didin
21 hezîran, 2021   10:11
EYN ÎSA

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ji saetên sibehê ve êrişî gundên Xirbêt Bekir, Erîda, Qizelî, Meblûca, Siwan, Bîr Zinar, Kor Hesen, Luqluqo û Zenûbya yên gundewarên Girê Spî topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk di van êrişan de sivîlên ku li gundên xwe dikin hedef.  

Şervanên Meclisa Girê Spî ya Leşkerî di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrişên dagirkeriya Tirk û planên wan vala derxistin.

Di encama bersivdana şervanên Meclisa Girê Spî ya Leşkerî de radarek dewleta Tirk, erebeyeke doçka û kozikek dagirkeriya Tirk hatin rûxandin.

Her wiha di encama êrişên dagirkeriya Tirk de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li gundê Siwan birîndar bû.

Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndarên dagirkeriya Tirk û çeteyan hene.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li her gundewarên Girê Spî berdewam dikin.

ANHA