Dagirkeriya Tirk beriya çend rojan Denîz qetil kir îro jî gef li malbatê xwar

Polîsên dagirkeriya Tirk gef li malbata Denîz Poyraz ku li avahiya HDP`ê ya Izîmîrê qetil kirin, xwar û got: "Em ê vê yekê ji te re nehêlin".

Dagirkeriya Tirk beriya çend rojan Denîz qetil kir îro jî gef li malbatê xwar
21 hezîran, 2021   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Denîz Poyraz a HDP'î, ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê 17'ê Hezîranê hate qetilkirin, cenazeyê wê piştî rojekê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Ji ber axaftinên li merasîmê û dirûşmên hatin qîrîn, polîsên Tirk gef li malbata Poyraz xwarin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, xizmekî malbatê ku ji ber ewlekariya jiyanê nexwest navê xwe eşkere bike wiha got, "Li Mizgefta Kadîfekale Hava Şehîtlerî di dema nimêja cenaze de yek ji polîsên li derdorê hate gel min. Got, 'we şaşitî kirin. Abdullah Poyraz di daxuyaniya xwe de ya li wir propaganda PKK'ê kir. Em ê vê yekê ji wî re nehêlin."

Polîsên ku gef li malbata Poyraz xwarin, dema ku kujer Onûr Gencer destgîr kir bi gotina 'navê te çi ye kekê min' jê hez kiribûn. Gencer di nava komên çete yên çekdar ên dewleta Tirk de yên li Sûriyeyê cih digirt û sûc kiribû. Bi lez û bez hatibe girtin jî Enqere weke berpirsyarê êrişa li dijî HDP'ê tê dîtin.