Rojnameyên erebî: Vebijêrkên dewleta Tirk ên li Sûriyê kêm dibin

Îro rojnameyên erebî der barê şerên li Idlibê û rola dewleta Tirk li Sûriye, aloziya Lubnanê û tevgerê Îsraîlê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Vebijêrkên dewleta Tirk ên li Sûriyê kêm dibin
21 hezîran, 2021   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

‘VEBIJÊRKÊN ENQEREYÊ YÊN LI SÛRIYÊ KÊM DIBIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê êrişî çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê kirin. Ji destpêka aloziyê ve li aliyekê ev êriş pêşketina herî girîng e. Li aliyê din jî li dijî rola dewleta Tirk e ku tima dike rolekê di çareseriyeke nêz de bilîze. Ev rol di bingehê de girêdayî encamên şerê li Idlibê ye.

Ev pêşketin dibe ku derfetê nede Enqereyê ku planên xwe yên pêşerojê di çareserkirineke nêz de pêk bîne ku bi hikumeta Şamê re wan projeyan bixe bazarê da ku li beramberî wan bakur û rojhilatê welêt kontrol bike. Enqere ji vê yekê dixwaze rê li pêşiya avabûna rêveberiyeke xweser bigire ku girêdayî rêveberiya navendî ya Şamê be. 

Vebijêrkên Enqereyê li Sûriyê kêm dibin. Êdî ne gengaz e ku hevkariya bi Rûsyayê re berdewam bike piştî agirbest binpê kir û derfet da ku çeteyan ku êrişî hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê bike.”

‘EWROPAYÊ HIŞYARÎ DA: PÊWÎSTIYA LUBNANÊ BI SEROKEKÎ HEYE KU ALOZIYÊ XILAS BIKE’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Nûnerê payebilind a kar û barên derve, siyasî û ewlehiyê û cîgirê serokê Komseriya Ewropayê Joseph Borrell bi navê Yekitiya Ewropayê (YE) peyameke cidî da rêveberên Lubnanê ku aloz, nîştimanî ye û divê bi rêya aliyên derve restore nekin.”

‘KOCHAVI LI WASHINGTONÊ YE’

Der barê kar û barên Îsraîlê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Serokerkanê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi çû Washingtonê da ku dan û standinên stratejîk der barê gelek dozan de li dar bixe. Li gel ku hikumeta Îsraîlê destûr daye wî ku li Washingtonê ne tenê bi fermandarên leşkerî re bicive lê belê bi rayedarên siyasî re mîna wezîrê parastinê Lloyd Austin û heta serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive, Kochavi dê 7 rojan li Washingtonê be.”

(şx)