Omeyme El-Şerîf: PKK'ê planên dewleta Tirk têk dibe

Çalakvana hiqûqî Omeyme El-Şerîf diyar kir ku sekna PKK`ê ya li dijî planên dewleta Tirk ji naskirina xeteriya xwestekên hikumeta Tirk tê û got, armancên dewleta Tirk ji tunekirina kom yan jî partiyekê mezintir in.

Omeyme El-Şerîf: PKK'ê planên dewleta Tirk têk dibe
21 hezîran, 2021   06:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana borî ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike û xwezaya Kurdistanê talan dike û dişewitîne.

Têkildarî mijarê parêzer, çalakvan, perwerdekar, hiqûqnas û Seroka Meclisa Sekretêran a Saziya Dengên Sozdar ji bo Mafên Mirovan Omeyme El-Şerîf ji ANHA`yê re wiha axivî: ''Dijminahiya Tirkiyê ya li şêniyên me yên li Iraq û Sûeriyê diyar e ku rihê dijminahiyê li kesên ku dijminahiya Îxwan El-Muslimîn li Misirê dike geş bike. Tiştên ku Tirkiyê li Lîbyayê kir armanc ne etnîkeke diyar e bi qasî ku li dijî tevahî herêmê ye. Tirkiyê dixwaze dagirkirina Osmanî li herêmên me vegerîne ku herêmên me wekî mîrateyekê dibîne."

Omeyme El-Şerîf diyar kir ku dewleta Tirk dijminatiya Kurdan dike, sûc û nîjadperestiyê li dijî Kurdan pêk tîne û ev yek di cîhanê de hate şermezarkirin û wiha domand: "Ez dibînim ku kiryarên dewleta Tirk sûcên dijminatî li tevahî herêmê ne, her wiha talankirina berhemên Iraq an jî pêkanîna şer li Sûriyê yan Lîbya yan jî Misirê û hewldana wê ya xurtkirina Îxwan El-Muslimîn ji xwestekên wê tên ku serweriya xwe li herêmê bi tevahî etnîke, xêr û bêrên wê ferz bike û van herêman wekî beşek ji împratoriya xwe ya ku niha hewl dide damezirîne ragihîne."

Omeyme El-Şerîf diyar kir ku divê sekna li hember plan û projeya dewleta Tirk ne xebateke yekalî be û wiha lê zêde kir: "Bê guman têkoşîna PKK’ê cihê rêzdarî û teqdîrê ye. Lê sekna li hember plan û projeya dewleta Tirk divê bi projeyeke yekigirtî û demokrasî pêk were ku tê de mafên hemû welatiyan bêyî cûdabûna ektnîkî an zayendî yan nejadî misoger bike."

Omeyme El-Şerîf destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze berjewendiyên xwe yên taybet pêk bîne, tevahî herêmê têxe bin serweriya xwe û xewna xwe ya avakirina dewleta Osmanî vejîne.

‛SEKNA PKK’Ê LI DIJÎ PLANÊN DEWLETA TIRK JI ZANABÛN Û TÊGIHIŞTINÊ TÊ

Têkildarî berxwedana gerîlayan, Omeyme El-Şerîf wiha got: "Sekna PKK’ê ya li dijî planên dewleta Tirk ji zanabûn û têgihîştina xeteriya xwestekên desthilatên Tirk ji herêmê tê, lê pirsgirêk ji vê kûrt e, ji ber ku ne tenê li dijî çîneke etnîk an komekê ye."

Omeyme El-Şerîf da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û daxuyaniyên berpirsên dewleta Tirk ên girêdayî vekişîna ji Lîbyayê, qeyrana aborî, civakî û siyasî li hundirê Tirkiyê girêdayî rola wê ya piştevaniya hin komên ji bo wêrankirina Sûriyê ye.

Umeyma El-Şerîf bang kir ku li dijî berjewendiyên dewleta Tirk xebatê bikin û wiha bi dawî kir: "Bi nêrîna min destpêkê divê jin di pêşengtiya têkoşînê de be, bi wê re pêwîst e tevahî di çarçoveyekê de li dijî berjewendiyên dewleta Tirk ên li herêmê bixebitin, divê tevahî di serî de tevgera jinan dest bi xwezanakirin û zanakirinê bikin."

(bx)

ANHA