Dewleta Tirk a dagirker gundewarên Girê Spî topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundewarên rojavayê Girê Spî bi çekên giran topbaran dike, her wiha balafirên bêmirov li asîmanên Eyn Îsa, rêya M4 û Girê Spî digere.

Dewleta Tirk a dagirker gundewarên Girê Spî topbaran dike
21 hezîran, 2021   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Girê Spî yên ku tijî sivîl topbaran dike.

Gundên ku têne topbarankirin, ev in: Xirbêt Beqir, Erîda, Zenûbya, Siwan, Luqluqo, Kor Hesen û Bîr Zinarê.

Her wiha balafirên bêmirov li asîmanên Eyn Îsa, rêya M4 û Girê Spî digerin.

ANHA