ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-06-2021'AN
20 hezîran, 2021   23:00

-Meclisa Kantona Girê Spî û Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ji bo nirxandina geşedanên dawî û guhdarkirina li daxwazan civînekê ji şêx û rûspiyên herêmê re li navçeya Eyn Îsayê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên konê berxwedanê ya li Kobanê yê ji bo piştgiriya gerîlayan adi roja sêyemîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvana hiqûqî Umeyme El-Şerîf diyar kir ku sekna PKK`ê ya li dijî planên dewleta Tirk ji naskirina xeteriya xwestekên hikumeta Tirk tê û got, armancên dewleta Tirk ji tunekirina kom yan jî partiyekê mezintir in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Jinên ji bajarê Qamişlo girtina nûnerên PYD`ê, Rêveberiya Xweser û ciwanê ji Rojavayê Kurdistanê bi afirandina tevlîheviyan ji aliyê PDK`ê ve bi nav kir û banga serbestberdana girtiyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayîka Hevrîn Xelef Sûad Mistefa sersaxî ji malbata Denîz Poyraz re xwest û peyamek ji dayîka wê re şand û got: “Bila vê yekê baş bizanibin, Hevrînek û Denîzek ji nav me çûn wê bi hezaran Hevrîn û Denîz rabin li dijî wan serî hildin û mafê xwe biparêzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Kongreya Star a Kobanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê rêzecivînan li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hikmet Hebîb got: "Revandina nûnerên me û nûnerên PYD`ê xizmeta dewleta Tirk a dagirker û dewletên ku hewl didin ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, dike, di heman demê de gaveke ji bo ku hikumeta Başûrê Kurdistanê zextê li projeya demokratîk bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fîras Qesas  got: "Banga Îtîlafê ya li dewleta Tirk ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike, helwesteke ne xerîb e, rola wê ya pêkanîna kiryarên qirêj, erzan û çetîtiya ji Tirkiyê re  diyar dike, dîroka niştimanî wê vê yekê ji nifşên bê re qeyd bike û endamên îtîlafê û daxuyaniyên wan bê qîmet in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku qetilkirina Denîz Poyraz suîqasteke siyasî û plankirî ye û got “Kujer jinekê ji bo kuştinê hildibijêre. Peyameke girîng e; hem jin e û hem Kurd e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Ji destpêka ragihandina agirbestê li Xezayê ve di 21`ê Gulana derbasbûyî de, Îsraîlê ambargoya li ser Xezayê tundtir kir, dergeh girt û rûbera masîgiriyê ya li deryaya Xezayê jî diyar kir, li ser vê yekê careke din rageşî derket holê û îhtîmal e ku asta rageşiyê ji berê gurtir bibe. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber mewsim tune ye, êm buhaye û bi zehmetî peyda dibe, koçerê Ereb ê bi navê Hemîd El-Nezal hejmara pezê xwe kêm kir, di heman demê de ger ku çareyeke guncaw nebîne difikire ku pezê xwe li çolê bihêle û dev ji wan berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA