​​​​​​​Qesas: Îtîlaf di karê çetetiya ji Tirkiyê re rola xwe ya şermê berdewam dike

Fîras Qesas  got: "Banga Îtîlafê ya li dewleta Tirk ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike, helwesteke ne xerîb e, rola wê ya pêkanîna kiryarên qirêj, erzan û çetetiya ji Tirkiyê re  diyar dike."

​​​​​​​Qesas: Îtîlaf di karê çetetiya ji Tirkiyê re rola xwe ya şermê berdewam dike
21 hezîran, 2021   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN -  YEHYA EL-HEBÎB

"Îtîlafa Sûriyê" ya ku navenda wê li Stenbolê ye rola xwe ya çeetî û sîxuriya ji dewleta Tirk re didomîne û hincetan diafirîne da ku dewleta Tirk herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

Piştî êrişa beriya çend rojan a li Efrînê ku di encamê de sivîl bûn qurbanî, serokê "Îtîlafê" Nesir El-Herîrî ji dewleta Tirk xwest ku herêmên nû yên Sûriyê dagir bike.

Li ser banga "Îtîlafê", Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da û tê de got: "Sûcdarên Îtîlafê di hemû astan de bi bin ketine, bi nêzîkbûna hevdîtinên Biden- Erdogan re îflasa xwe diyar kirin, dest bi destdirêjiya li ewlehiya sivîlan êrişan li dijî projeya Sûriya demokratîk kir. Armanca wan reşkirina lehengiyên QSD'ê ye, sûcên wan vê carê bi rêya hedefkirina nexweşxaneya Efrînê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan pêk hat. Bi wê re dezgehên wan ên ragihandinê QSD'ê bi van êrişan tawanbar kirin, hemwextî wê nûnerên Îtîlafê ji kesên ku gel dixebitin xwest ku hîn zêdetir xaka Sûriyê dagir bike. Ev nêzîkatî di çaroveya şanoyeke komîk û planeke hişk de tê ku ji kesî nayê veşartin."

'HELWESTA ÎTÎLAFÊ NE XERÎB E'

Têkildarî mijarê serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas got: "Banga dawî  ya Îtîlafa Sûriyê ya li dewleta Tirk ku herêmên nû yên Sûriyê dagir bike ne tenê ji bo berdewamkirina xiyanetê ye, di heman demê de derketina wan ji tevahî wateyên berjewendî û vîna ku tevahî sûriyan bi hev ve girê dide, nasname û tevlêbûna ji Sûriyê re têk dibe."

Qesas got: "Helwesta qaşo Îtîlafê ne dûrî rola wê ya kirêt, erzan û çetetiya ji dewleta Tirk re bû ku di gelek boneyan de ev sûc pêk anîne, ji ber ku binesazî, çêkirin û hawîrdora wê ya erdnîgarî nahêle ku bi roleke hevseng bilîze. Lê mirov wê çi hêviyan ji endamên ku piraniya wan di demeke kurt de yan berpirsên ewlehî, hikumî an Baasî û sîxûrên ewlehiyê yên rejîmê bûn ku amade ne bi çi awayan û bi çi boneyan xwe û malbatên xwe bifiroşin, muxalif jî ku piraniya meyla wan a siyasî û îdeolojîk naskirî ne ku berhema rejîma Esed a despotîk in."

Qesas diyar kir ku Îtîlafê tu carî demokrasî pêk neaniye û wiha domand: "Tenê di demên dawî de ji bo şerê hegemoniyê yê li dijî dijberên xwe yên ku li gel wan hêz û alavên xwe di dewlet û civakê de hene, bi kar tîne, lê ne ku bi demokrasiyê bawer in ew yek kirin. Ji ber sazûmaniya wan a rêxistinî, mîrateya wan a siyasî, îdeolojiya wan, avabûn û nêzîkatiyên wan ên kesayetî xerîb in."

Qesas wiha got: "Li gorî tişên rû dane, ez bangên îtîlafê ji nedîtî yan jî ji derveyî reftar û kiryarên wê nabînim. Ji bo Îtîlafê ev ne karê yekemîn e û ne jî ya dawiyê ye. Lê belê ez teqez dikim ku dê dîroka nîştimanî ya welatê me van kiryaran di dosyayên xwe de biparêze û ji nifşên bê re tomar bike. Çawa dibe ku kesên li dijî zordariyê şoreş li dar xist, tenê ajanên biçûk bûn an jî despotên binketî bûn ku zordarî di asteke mezin de pêk neanîne, ji ber ku li gel wan tu alav û derfetên pêkanînên xwe yên madî tune bû, ew tenê nûnerên di destên hêzên dijber de bûn."

‛TU NIRX Û QÎMA WAN TUNE YE’

Qesas eşkere kir ku di encamê de tu girîngiya wan kesan, daxuyanî û bangên wan ên îxanetê tune ne.

Qesas du sedem ji wê re danîn û wiha pê de çû: "A yek; ji ber ku hêzên navneteweyî yên aktîf li kar û barên Sûriyê êdî qîmet û nirxa wan baş nas kirin, her wiha qîmeta Îtîlafê û rola wan a çetetiyê jî baş nas kirin, tu bawerî bi gotinên wan tune ye û tu girîngî ji xwestekên wan re nîn e.

Ya duyemîn jî; ji ber ku dewleta Tirk kete nava hesabên navneteweyî yên nû, lê texmîn nakim ku dewleta Tirk êrişeke nû pêk bîne û di siyasetên xwe yên dijminane û sûcdarî li dijî herêmên Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Sûriyê de pêk bîne ku wan erka avakirina civaka demokratîk û modernîteya demokratîk girtiye ser milê xwe."

(fr)

ANHA