`Revandina nûner û ciwanan li Başûr pêkanîna planên dagirkeriya Tirk e`

Jinên Qamişlo revandina nûnerên PYD`ê, Rêveberiya Xweser û ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PDK`ê ve red kirin û diyar kirin ku ev girtin pêkanîna planên dagirkeriya Tirk e, her wiha banga serbestberdana girtiyan kir.

`Revandina nûner û ciwanan li Başûr pêkanîna planên dagirkeriya Tirk e`
21 hezîran, 2021   05:55
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di 10`ê Hezîranê PDK`ê du nûnerên Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên li Hewlêrê revandin. Her wiha asayîşa PDK`ê ciwanekî Kurd ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Ciwan El-Mihemed (21) ku dema xwest derbasî Başûrê Kurdistanê bibe li ser sînor girt.

Heta niha çarenûnsa girtiyên PYD`ê, Rêveberiya Xweser û ciwanê ji Rojavayê Kurdistanê nehatiye diyarkirin.

Têkildarî vê mijarê jinên Qamişlo nêrînên xwe anîn ziman.

Şêniya bi navê Perwîn Cemîl diyar kir divê pirsgirêkên di navbera kurdan de mezin nebin û wiha got: "Em rewşê baş dişopînin û dizanin ka li dordora me çi diqewime û bûyer çawa rû didin."

Perwîn revandina nûnerên PYD`ê û Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku ew biratiyê dixwazin, şer naxwazin.

Her wiha banga naskirina sedemên revandina nûneran kir û got: "Em revandinên ku li Başûr çêdibin qebûl nakin, bila sedemên girtina nûneran zelal bikin. Nûnerên ku hatine revandin bi awayekî fermi karê xwe li Başûr dikirin û tu sûc nekirine. Revandina nûneran tê wateya pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker."

Li aliyekî din şêniya bi navê Sûheyla Şukrî da zanîn ku ew ê heta kengî ev tevlîhevî dewam bikin û wiha got: "Heta kengî xiyanet?"

Sûheyla diyar kir ku ew ê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker heta dawiyê rawestin û bang li hemû gelê Kurd kir ku divê yekrêziya kurdî bê avakirin da ku rê li ber kiryarên Erdogan bê girtin.

Her wiha şêniya bi navê Gulê Izedîn jî da xuyakirin ku divê gelê Kurd hay ji kiryarên dijminê xwe hebe û divê rê li ber êrişên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê girtin.

Ji 23`yê Nîsana borî de êrişên dewleta Tirk a qirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê bi hemû teknîka pêşketî û çekên kîmyawî yên di navneteweyî de qedexekirî dewam dike. Dewleta Tirk vê carê êrişên xwe di çarçoveya êrişên hovane û hewayî de nehişt û dest bi kiryarên dermirovî wekî birîn û şewtandina zevî û darên şêniyên gundên Başûrê Kurdistanê kir.

Gulê bal kişand ser hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re û wiha got: "Em bang PDK`ê dikin ku dest ji hevkariya bi dijmin re berde û nûner û ciwanên ku revandine berde, her wiha ji gelê Başûr dixwazin ku li dijî van planên dijminane bêdeng nemînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j9mwffT_13o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>