Hikmet Hebîb: Revandina nûnerên me xizmeta siyasetên dewleta Tirk dike

Hikmet Hebîb got: "Revandina nûnerên me û nûnerên PYD`ê xizmeta dewleta Tirk a dagirker û dewletên ku hewl didin ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, dike, di heman demê de gaveke ji bo ku hikumeta Başûrê Kurdistanê zextê li projeya demokratîk bike."

Hikmet Hebîb: Revandina nûnerên me xizmeta siyasetên dewleta Tirk dike
20 hezîran, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

PDK`ê 10`ê Hezîranê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen û endamên Têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz ên li Hewlêrê dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê revandin. Heta niha agahî ji nûneran nayên girtin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê û PYD'ê ji ber revandina nûneran fikarên xwe anîn ziman û bang li PDK'ê kirin ku çarensûa nûneran diyar bike. Saziyên siyasî û civakî jî revandina nûneran bi binpêkirina pîvanên siyasî û dîplomasî bi nav kirin.

ꞌEV SIYASET BI ARMANCA DERXISTINA FITNEYAN DI NAVBERA GELÊ KURD DE YEꞌ

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb axivî û got desthilata Başûrê Kurdistanê û PDK`ê heta niha sedemên revandina nûnerên wan û nûnerên PYD`ê yên li Başûr diyar nekiriye, çarenûsa wan jî hîn ne diyar e û ev xal rêz kirin:"Em dibînin ku ev siyaset bi hewldana derxistina fitneyan di navbera gelê Kurd de ye, her wiha da ku projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."

ꞌDIVÊ DESTWERDAN ÇÊBIBE DA KU ÇARENÛSA NÛNERAN WERE DIYARKIRINꞌ

Hikmet Hebîb revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û nûnerên PYD`ê şermezar kir û bang li desthilata Başûrê Kurdistanê kir ku çarenûsa wan diyar bike, her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin da ku çarenûsa wan were zelalkirin.

Hebîb îşaret pê kir ku divê biryarên hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê di çarçoveya berjewendiyên gelê Kurd û dewletên derdorê û pêkhateyên herêmê de bin û dûrî ajandeyên derve, bi taybet dewleta Tirk a dagirger bin.

ꞌGAVEKE KU XIZMETA DAGIRKERIYA TIRK DIKEꞌ

Hebîb destnîşan kir ku revandina nûneran xizmeta dagirkeriya Tirk û dewletên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê dike, nexasim herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, û ev lê zêde kir: "Di heman demê de da ku hikumeta Başûrê Kurdistanê zextê li projeya demokratîk bike."

Hebîb anî ziman ku projeya wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke demokratîk û têkoşînê ye, her wiha ji bo misogerkirina aştiyê ye û bi dewletên derdorê re jî xwedî têkiliyeke baş in.

ꞌQANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKEꞌ

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê diyar kir ku revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê qanûnên navneteweyî bin pê dike û ev nirxandin kir: "Ger ku reftarek ji nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê derketiba, karîbûn li lêvegerên wan vegeriya bana yan jî ew agahdar kiribana ku ji Başûrê Kurdistanê derkevin."

Der barê bêdengiya rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, rêxistinên mirovî û Efûya Navneteweyî ya li hemberî revandina nûneran Hebîb ev şîrove kir: "Durûtî di pîvanên wan de heye ku li gorî berjewendiyên navneteweyî û siyasetên dewletan ku hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabên gelê Rojhilata Navîn û cîhanê normalize bikin, kar dikin."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb bang li rêxistinên navneteweyî kir, di serî de rêxistina mafên mirovan û Efûya Navneteweyî kir ku li hemberî tevahiya gelan heman helwestê nîşan bide.

(eh)

ANHA